Meclîsa Malbatên Şehîdan li bajarê Girkê Legê û bajarokê Rimêlanê li herêma Cizîrê ji bo 81 şehîdên ku di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de li deverên cuda û di demên cuda de şehîd bûne, merasîmek bîranînê lidar xist. Merasîm li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarê Rimêlanê hat lidarxistin.
Malbat û xizmên şehîdan, li gel endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Selman Mehmûd axivî û diyar kir ku şehîd rêberê tevgerê ne û ewlehî û aramiya ku hatiye bidestxistin encama qurbaniyên wan e.
Di merasîmê de sînevizyonek li ser jiyana şehîdan hate nîşandan û dayikên şehîdan ji bo bîranîna wan find vêxistin.
Merasîm bi xwendina belgeyên şehîdan û qîrîna dirûşma “Şehîd nemir in” bi dawî bû.

