Akademîsyen Orhan Kaya aliyê dîrokî yê travmayên civakî, berxwedana gelê Kurd û pêvajoyên çareseriya şer nirxand û anî ziman ku nêzîkatiyek ku tenê bala xwe bide ser travmayê kêm e.
Orhan Kaya diyar kir ku dîroka travmayên civakî gelekî kûr e, zanista psîkolojiyê salên dûr û dirêj ev mijar nîqaş kiriye û travma weke bûyerên welê pênase kiriye ku bi rengekî yekpare bandorê li jiyana mirovan dike, ji nişka ve rû dide. Kaya anî ziman ku civaka Tirkiyeyê di serî de jî gelê Kurd bi salan li pêvajoyên travmatîk rast hat û ragihand ku eger mirov tenê bala xwe bidin ser travmayê ev yek wê kêm bimîne.
Psîkolog Kaya destnîşan kir ku li gel travmayê divê dîroka berxwedanê jî bê nirxandin û got, “Bi qasî dîroka travmayê dîroka berxwedanê jî heye. Belê gelê Kurd bi dehan salan li pêvajoyên travmatîk rast hat, lê belê zanista psîkolojiyê timî bala xwe dide ser van pêvajoyên travmatîk. Li aliyê din tişta ku ji nedîtî ve tê, berxwedana bi dehan salan a gelê Kurd e.”
‘PÊVAJOYÊN ÇARESERIYA ŞER BI HÊSANÎ NAMEŞE’
Kaya diyar kir ku çawa travmayên civakî demdirêj e, pêvajoyên çareseriya şer jî demdirêj e û anî ziman ku bendewarî û şikestina hêviyê li ser pêvajoya heyî pêwîste di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Kaya destnîşan kir ku pêvajoyên çareseriya şer bi hêsanî nameşe û got, “Ev pêvajo herî kêm bi qasî pêvajoyên travmatîk dirêj dewam dike.”
Di vê çarçoveyê de Kaya ev nirxandin kir, “Têgihiştineke welê heye ku wê hema yekser aştî pêk were, pêvajoyên travmatîk yekser sererast bike yan jî jiyana me ya civakî wê bi carekê biguhere. Bi dîtina min ev têgihiştin şaş e. Li gel qebûlkirina vê bendewariyê, li gel qebûlkirina mafdariya vê bendewariyê bi dîtina min divê mirov hinekî rasteqîn jî nêzîk bibe.”
‘DIVÊ RÊ JI PÊVAJOYÊN NÛ YÊN TRAVMATÎK RE NEYÊ DAYIN’
Kaya diyar kir ku gelên Tirkiyeyê dixwaze ku pirsgirêkên wê tavilê bêne çareserkirin û got, divê pêvajo qonax bi qonax bimeşe. Kaya ragihand ku divê rê ji pêvajoyeke nû ya travmatîk re neyê dayin û destnîşan kir ku ev yek ji bo herdu aliyan derbas dibe.
‘GIRÎNG E BÊBAWERÎ JI HOLÊ BÊ RAKIRIN’
Kaya ragihand ku pêvajoyên çareseriya şer bi hêsanî bi pêş ve naçe, bidawîbûna şer û aştî ne heman tişt e û işaret bi bêbaweriya li nava civakê kir ku ji ber polîtîkayên sed salî yên li hemberî gelê Kurd rû da.
Kaya got, “Tişta ku niha tê nîqaşkirin ew e ku divê em şer tavilê ji holê rakin. Divê mirov bidawîbûna şer û aştiyê tevlîhev neke. Aştî dibe ku bibe para jenerasyona bê. Di nava vê demê de bi qasî sed salan li hemberî gelê Kurd êriş, polîtîkayên asîmîlasyonê û li gel vê yekê êşkence û tinehesibandin hate kirin. Lewma di nava herdu aliyan de bêbaweriyeke cidî heye. Baweriya her tiştî divê ev bêbawerî ji holê bê rakirin.”
‘JI BO HESTA AŞTIYÊ AVA BIBE DIVÊ GAVÊN BINGEHÎN BÊNE AVÊTIN’
Orhan Kaya diyar kir ku aştî ne tiştekî welê ye ku tenê bi ragihandinê pêk were û destnîşan kir ku ji bo avabûna hesta aştiyê ya civakî divê gavên bingehîn werin avêtin.
Kaya got, “Ev ne tiştekî welê ye ku bê gotin, ‘De were em aştiyê bikin’. Gellek aliyên xwe hene. Û ew hest, rewşa aştiyê ya ku min qalê kir, rewşa aştiyê ya ku jenerasyona bê hîs bike, eleqeya xwe ya bi vê hestê re heye. Divê hesta aştiyê ava bibe û ji bo vê jî girîng e hin gavên bingehîn werin avêtin. Û ji bo vê jî bêguman a destpêkê rawestandina şer e.”

