Ji gaziyên Rojavayê Kurdistanê Helîma Osman, Mehmûd Qeremox û Ciwan Azad ên ji Kobanê, têkildarî rewşa entegrasyonê, kar û xebatên gaziyan û paşerojê nirxandin kirin.
Helîma Osman a sala 2022’yan li gundewarê Kobanê birîndar bû diyar kir ku têkildarî entegrasyonê rêveberiya gaziyan civîn ji wan re çêkirine û got, “Der barê rewşa me, kar, xebat û fealiyatên dema pêş nirxandin û axaftin pêk hatin. Me li vî welatî li hember DAÎŞ’ê şer kir. Hevalên me şehîd û birîndar bûn. Weke hevalên gaziyên şer em bi hêvî ne wê paşeroja me baş û serketî be. Em dixwazin bi rastiya xwe, kar û xebatên xwe di nav entegrasyonê de bi serketî cih bigirin.”
‘EM XWEDIYÊ SOZA XWE NE’
Mehmûd Qeremox ê sala 2015’an di berxwedana Kobanê birîndar bû jî ev anî ziman, “Êrîşên li ser Kobanê bi rastî li dijî hemû cîhanê bû. Me li hember wan êrîşan di nav refên berxwedanê de cih girt. Ji bo berdêlên me dane em ne poşman in. Me parastina gelê xwe kir. Heya bê xwestin jî em ê vê parastinê bidomînin. Em şopdarên şehîdên xwe ne. Em ti carî keda şehîdên xwe ji bîr nakin. Entegrasyona niha didome tiştekî xerab nîne.”
Mehmûd Qeremox di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dixwazin hemû gel li Sûriyeyê di nav refah û hizûrê de bin û wiha axivî, “Me berê jî digot, ‘xwişk û biratiya gelan’ û em niha jî heman tiştî dibêjin. Em naxwazin şaştiyên berê dubare bibin. Hewce ye em ferq û cudatiya dixin nav gelan ji holê rabin. Em serkeftinê ji gelê xwe re dixwazin. Em xwediyê soza xwe ne.”
‘ERK Û BERPIRSYARIYÊN ME HENE’
Ciwan Azad jî ev nirxandin kir, “Sala 2012’yan ez beşdarî nav YXK’ê bûm. Kar û xebatên me bi piranî eskerî bûn. Sala 2014’an ez birîndar bûm. Ji wê demê ve em di nav kar û xebatên gaziyan de cih digirin. Erk, berpirsiyartiyên me jî hene. Têkildarî entegrasyonê rêveberiya me bi rayedarên pêwendîdar ên hikûmetê re civiyan e. Ev civîn erênî derbas bûne. Em hêvîdar in kar û xebatên xwe baş bidomînin. Hevalên gaziyên şer ên Rêbertî wan weke ‘şehîdên zindî’ terîf dike, dikarin di her beşên siyasî û civakî de cih bigirin û pêşengiyê ji gel re bikin.”

