“Goristana Şehîd Binevş” a li gundê Basret a Şirnexê yê li Çiyayê Gabarê ji aliyê leşkeran ve hat xerakirin. Hat dîtin ku kêlikên goran hatine şikandin. Li gor dîmenên bidestketî, tê dîtin ku gelek kêlikên goran hatine şikandin.
Goristan di navbera 2010-2014’an de hatiye avakirin. Li herêmê gelek endamên PKK’ê ên di pevçûnan de şehîd bibûn, li vir hatibûn veşartin.
Goristan ewilî di sala 2015’an de bi êrîşan re rû bi rû mabû. Wê demê hem ji hewayê hem ji bejahiyê ve hatibû bombekirin.
Malbatên bi êrîşê hesiyan nerazîbûn nîşandan.

