Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok diyar kir ku dewleta Tirk bi rengekî gelekî teng nêzî pirsgirêka Kurd dibe û got, “Pirsgirêkeke sed salî li holê ye. Eger dewlet bala xwe nede ser sedemên pirsgirêkê û tenê bi encaman re eleqedar bibe, wê nikaribe pirsgirêkê çareser bike.”
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî anî ziman ku heta Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş ve neçe nîqaş li ser destûreke bingehîn a nû nikare bê kirin û got, “Destûreke bingehîn a ku Rêber Apo bi înîsiyatîfa wê ranebe, gelo hûn ê çawa çêbikin?”
Huseyîn Ûzûn diyar kir ku ew ji kurê xwe Andok Cûma Zagros razî ye, ku şehadeta wî hate ragihandin û got, “Ez jê razî me. Bi nêta ‘ji bo zimanê me, dayikan, ji bo laçikên spî yên li serê dayikan, ji bo azadiya me’ çû, tevlî bû.”
Berhema “Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk” a Rêber Apo bi Îngilîzî ji PM Press hate weşandin. Çapa Swêdî ya Sosyolojiya Azadiyê jî wê 4’ê Cotmehê li Stockholmê bê nasandin.
Hejmara Cotmehê ya rojnameya Komînal bi manşeta “Di zîhniyeta înkarê de guhertin nîne” derket. Rojnameyê di hevpeyvîna bi Dûran Kalkan re Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, têkiliyên Kurd-Tirk, civaka demokratîk û bûyerên li Rojhilata Navîn nirxand.

