Pirtûka “Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk” a Rêber Apo bi Îngilîzî hate weşandin.
Berhem bi navê The Civilizational Crisis in the Middle East and the Democratic Civilization Solution: Manifesto of the Democratic Civilization, Volume IV ji aliyê PM Press ve hate weşandin.
SOSYOLOJIYA AZADIYÊ BI SWÊDÎ HATE WEŞANDIN
Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêber Apo, Bergê 3’yemîn: Sosyolojiya Azadiyê jî bi Swêdî hate weşandin.
Pirtûk bi navê “Manifest för en demokratisk civilisation, volym 3: Frihetens sociologi” hate weşandin û bi hevkariya komîteyên Rojava, Weşanxaneya Heval Förlag û Federativ Förlag hate amadekirin.
Ji bo danasîna pirtûkê wê 4’ê Cotmehê li paytexta Swêd Stockholmê çalakiyek bê lidarxistin. Wergêrê pirtûkê Tomas Petterson, nivîskarê siyasî Gabriel Kuhn û ji Akademiya Modernîteya Demokratîk endamek wê beşdarî çalakiya danasînê bibin.
Danasîn wê 4’ê Cotmehê roja Yekşemê saet di navbera 12.00-16.00 de li salona Katasalen a ABF-huset a li Stockholmê (Sveavägen 41) pêk were.

