Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (Human Rights Activists News Agency – HRANA) li ser cezayê darvekirinê yê li 3 welatiyên ji Rojhilatê Kurdistanê hate birîn raporek weşand.
Di raporê de hate ragihandin ku Kurdên ji Kirmaşanê Xesrew Mihemedîniya, Mesûd Toşmalanî û Sîrwant Şehîdî (22) li paytext Tehranê di dema xwepêşandanên şermezarkirinê de hatin binçavkirin.
Hate ragihandin ku ev biryar ji aliyê şaxa 23’yan a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve hatiye dayîn. Dadgehê tawanên wekî “şerê li dijî xwedê (miharebe), kombûn û lihevkirina li dijî ewlehiya neteweyî” xistiye stûyê wan.
Ev sê welatî niha di Girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê de tên ragirtin.
Di heman dozê de, jinek jî bi pênc salan cezayê girtîgehê hatiye mehkûmkirin û dosya wê hîn di qonaxa lêkolînê de ye.

