Rapora zanyaran a doza li ser “Projeya Lêgerîna li Madenê ya bi Rêbaza Qelaştin û Sondajê” kete dosya dozê ku Şîrketa Lîmîted a Bazirganî û Pîşesaziyê ya Xizmetên Proje û Endezyariya Înşaetê ya Madenkariyê ya Kiliç Kardeşler dixwaze li Tejaneya Kasorê ya li navçeya Pasûrê ya Amedê çêbike. Di raporê de hate ragihandin ku qada projeyê di asta çêrgehê de ye, li nava Qada Parastina Bendava Sîlvanê de ye û işaret bi rîskên cuda yên li ser çavkaniyên avê, emîsyona hewayê, hezaz, erozyon û cihêrengiya biyolojîk hate kirin.
Di dozê de ku li Dadgeha Îdareyê ya 1’emîn a li Amedê tê dîtin, dozdaran bi daxwaza betalkirina karê “Pêwîstî bi nirxandina bandora li hawirdorê nîne” doz vekirin û di çarçoveya vê dozê de jî lêkolîna pisporan li qadê hate kirin. Heyetê piştî keşfê li îdîayên aliyan guhdarî kir û li qada projeyê çavdêrî û lêkolîn kir, wêne kişand û tespîtên xwe li nava raporê bi cih kir.
Di encama lêkolînên li ser qadên pisporiyê yên cuda de hate ragihandin ku nirxandinên hawirdorî yên li nava dosya danasîna projeyê û sparteyên teknîkî yên tedbîrên divê bêne wergirtin, têrker nîne.
Bi beşa encamê ya raporê de hate ragihandin ku biryara “Nirxandina bandora projeyê ya li ser hawirdorê erênî ye” biryareke guncaw nîne.
Piştî ku rapora pisporan kete nava dosya dozê, gundî ji ajansa me re axivîn û anîn ziman ku fikarên ew bi salan e tînin ziman bi lêkolîna pisporan jî hatiye destnîşankirin.
Gundiyan gotin, “Parastina çavkaniyên avê, parastina çêrgeh û taybetmendiyên xakê, cihêrengiya biyolojîk û jiyana xwezayî, rîskên hezaz û erozyonê, nirxandina yekpare ya bandora hawirdorî ne tenê fikarên gundiyan e, di lêkolîna pisporan de jî weke pirsgirêkên teknîkî yên cidî hate destnîşankirin.
Têkoşîna me ne li dijî şexsan e; em ji bo xwedîderketina li xak, av, çêrgeh û paşeroja gundê xwe têdikoşin. Weke ku me heta niha kir, em ê ji niha û pê ve jî di nava hiqûqê de, bi daneyên zanistî û biryardarî têkoşîna xwe dewam bikin. Em xwedî li xaka xwe, ava xwe û paşeroja xwe derdikevin.”

