Sêşem, 24 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Demîrtaş: Qonaxa ku em lê ne dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Edalet û Hurmet ji bo Miriyan: Bila derbarê hestiyên li Farqînê lêpirsîn bê destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    NYT: Di şerê Ukraynayê de zêdeyî 700 hezar leşkerên Rusyayê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sabahattin Tekin ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Celal Gok piştî 9 salan radestî malbatê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê meşa 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mesrûr Barzanî: Biryarên Serokwezîrê Iraqê nayên qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê 3 gorên komî hatin tespîtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bexdayê biryar da ku mudaxileyî deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê û qadên petrolê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    43 roj in bersiva serlêdana ji bo taloqkirina înfaza nexweşa losemî nehatiye dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Çi dibe bila bibe em ê xwedî li mîrateya PKK’ê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star: Bi hişmendiya 25’ê Mijdarê têkoşîn kirin, berpirsyariyeke dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Jin wê azad bibin, civak wê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DAKB’ê banga 25’ê Mijdarê: Jin azad nabe civak nabe xwedî siberoj

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY: Sala 2025’an 47 hezar jin û zarokên keç ji aliyê xizmên xwe ve hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Azadiya jinê bingeha civakeke azad û demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Li Rihayê di salekê de 2 hezar jin rû bi rûyê tundiyê man

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Felsefeya civaka demokratîk têkbirina Komploya 9’ê Cotmehê ye
Rojane

Felsefeya civaka demokratîk têkbirina Komploya 9’ê Cotmehê ye

Her diçe ev komplo kûrtir dibe. Ji lew re pêwîst e di serî de civaka Kurd û hemû mirovahiya azadîxwaz li hember van komployan hişyar bin û têbikoşin. Ji bo valaderxistina pergala komploger, divê têkoşîna civakê di asta herî bilind de bê meşandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di her serdemeke dîrokî de yên mîna Dehaqan derketine. Bêguman Kawayên weke gulên berfînê serê xwe li hemberî zilma wan Dehaqan rakirine û civaka xwe parastine jî derketine holê. Rêber Apo jî bû Kawayê sedsala 20’emîn. Bû rizgarvanê civaka ku li ser jin û ciwanên wê hişmendiya kujeriyê û koletiyê hatibû ferzkirin. Ew bû parêzvanê civakên bindest ên Kurd, Êzidî, Elewî, Durzî, Suryan û Ermenan. Bû pêşengê xwişk-biratî û yekîtiya gelan. Komploya 9’ê Cotmehê li hember vê sekna bi heybet û bi bandor pêş ket. Di rastiyê de komplo li hember felsefeya civaka komînal û demokratîk bû. Ji ber hêza Rêber Apo ji hêza komplogeran mezintir bû, ew komploya ji milê gelek dewletên sermayedar û sudmend ve hatibû plankirin hat pûçkirin. Rêber Apo bi hêza aqilê xwe, hunera xwe ya siyasî û bîrdozî ew plan û komplo vala derxist, nehişt ku komploger bigihîjin armancên xwe.

Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an li hember Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo, dest pê kir ne komployeke ji rêzê bû. Komployeke di şexsê Rêberê Gelê Kurd de tenê neteweya Kurd armanc nekiribû. Wan komplogeran têkbirina Rojhilata Navîn û tevahî nirxên mirovahiyê kiribûn armanc. Ji lew re tevahî cîhanê dizanî ku hedefa esasî ya vê komploya bêbext a pêşengiya wê hemû hêzên hegemon, dewletên netewe û sermayeparêz dikin, ew bû ku perdeyek reş û tarî biavêjin ser tevahî mirovahiya azadîxwaz û demokratîkxwaz. Ji bo her kesî bixin bin banê hukimraniya xwe ya zalimperwer ev plangerî meşandin. Ya din ji ber felsefeya Rêber Apo felsefeyek cîhanî bû, dema komplo pêk hat, ji her çar aliyên cîhanê mirov rabûn ser piyan û bi tundî ew komplo şermezar kirin û bi yek dengî xwedî li Rêbertî derketin. Ji ber dîlgirtina Rêber Apo, wekî dilgirtina xwe dîtin.

Bi dirûşme û şîara, “Kes nikare roja me tarî bike” bi sedan kesên bi rûmet û xwedî keramet li dora Rêbertî bûn xelekek ji agir. Bedena xwe dane ber agir û çalakiyên canbexşane li dar xistin. Ev tê wateya ku felsefe û kesayeta Rêber Apo ji dil tê pejirandin û hezkirin. Li dijî pergala ku mirovahiyê ber qedandinê ve dibe, raperîna bi felsefeya kesekî wêrek û zana dest pê kir şaxên xwe li tevahî cîhanê belav kir. Di roja me ya îro de bi vê felsefeyê bingehê  civaka demokratîk hate danîn. Di heman demê de felsefeya mijara gotinê, felsefeya “jin jiyan azadî” pêş xist û ji bo tevahî jinan bû rêya xwegihandina jiyana azad. Felsefeya civaka demokratîk derxist pêş. Serdema kujerê kastîk bi dawî kir û rûpoşa pergala kujer anî xwar. Rêber Apo bi sekn, jîrbûn û siyaseta xwe nehişt ku ew komploya ji aliyê gelek hêzên hegemon ve hat lidarxistin bigihije armanca xwe û ew bê bandor kir.

Rêber Apo ev komplo wekî destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav kiribû. Di rastiyê de jî wiha bû. Ji dema komployê heta niha şer û pevçûn li herêmê nesekinîne. Her diçe rewş aloztir dibe. Ji bo astengkirina rêyên çareseriyê jî hêzên hegemon di nav hewldanên mezin de ne. Ev rewşa mijara gotinê di şexsê Sûriyeyê, Rojavayê Kurdistanê, Xeze, Îran, Yemen, Efganistan, Ukrayna û hwd. de rû dide. Jixwe li gelek welatên mîna Iraq, Libya û Misrê serhildanên gelan çêbûn. Gelek serok ji ser textê desthilatê hatin daxistin û tesfiyekirin. Hêzên komploger ji bo nexweşiya xwe ya deshilatê ya kronîk bûye biparêzin, mirovahî hemû dane ber çerxeke tûj a qirkirinê. Ji lewra em dibînin li Rojhilata Navîn ti carî rijandina xwînê nesekiniye. Koçberî her diçe zêde dibe û kêm nabe. Hişmendî û rêxistinên cîhadîst û gelek komên kujer yên mîna DAÎŞ’ê tên avakirin û xwedîkirin.

Di nav civakê de di bin navê olê de çanda tundî û destdirêjiya li ser jinê; dizî û talaniyê li ser civakê ferz û rewa dikin. Êrîşên hovanê yên îro jî tên meşandin li ser herêmê û bi taybet jî li ser gelê Kurd, hêrsa bisernexistina Komploya 9’ê Cotmehê ye. Vê carê dixwazin bi rêbazên cuda bigihijin encamê. Lê têkoşîna civaka bi rêxistinkirî nahêle êdî ew hêzên komploger bi kêfa dilê xwe tevbigerin. Êdî siyaset û niyeta wan ji milê civakê ve bi hêsanî tê dîtin û xwendin. Hewldanên komplogeran ên qirkirina gelê Kurd berdewam e. Her diçe ev komplo kûrtir û mezintir jî dibe. Ji lew re pêwîst e di serî de civaka Kurd û hemû mirovahiya azadîxwaz li hember van komployan hişyar bin û têbikoşin. Ji bo valaderxistina pergala komploger, pêwîst e têkoşîna civakê di asta herî bilind de bê meşandin.

Careke din ez komploya navneteweyî şermezar û rûreş dikim. Wê têkoşîna me ji salên rabîrdû hîn xurtir û mezintir be. Bi vê mebestê careke din şehîdên vê heyvê bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînim. Em ê hedef û armancê wan pêk bînin û wan di roja xwe de bidin jiyandin. Em ê komploya li ser gelê Kurd, di şexsê Rêber Apo de têk bibin û ji bo serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, têkoşîna xwe xurtir bikin. Em ê tekez azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Ji daxwazên xwendekaran re ‘budçe tune ye’, ji weqf û komeleyan re 7,4 milyar TL hat şandin’
Nûçeya Pişt re Xerîb Hiso: Li Hesekê tê xwestin ku navbera Kurd û Ereban şer were derxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 25’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Gabarê xweza tê qirkirin

Li herêma Çiyayê Gabarê kontra di bin çavdêriya leşkerên Tirk ên dagirker de daristanan dibirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê her kes hewl bide

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî krîtîk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şengalê meşa 25’ê Mijdarê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Biryarên Serokwezîrê Iraqê nayên qebûlkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Demîrtaş: Qonaxa ku em lê ne dîrokî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê 3 gorên komî hatin tespîtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?