Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) roja Şemiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji kesên ku dewleta Tirk 8 sal in bi kêfî ji Efrînê revandiye 4 Kurd hatine berdan. Saziya Çavdêriyê ragihand ku kesên din ên ji gund û herêmên derdorê ve hatine revandin li girtîgehên li Tirkiyeyê hîn jî ragirtî ne.
Li gorî daxuyaniya SOHR’ê, di Tebaxa 2018’an de polîsên sivîl ên Tirk li gel wezîfedarên îstîxbaratê ji gundê Omar Uuşaqî yê Efrînê 13 ciwan û ji gundekî nêz jî kesek bi îdîaya ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye binçav kirin.
Hate ragihandin ku kesên binçavkirî destpêkê li dibistaneke li gundan hatin ragirtin, li vê derê êşkence li wan hate kirin û piştre ew birin dibistanek li gundekî nêz. SOHR’ê diyar kir ku beriya kesên navborî bibin Girtîgeha Samsûnê ya li Tirkiyeyê gelek pere ji malbatên wan hate xwestin.
Di 12’ê Kanûna 2019’an de li Hatayê doz hate dîtin û li 11 girtiyan cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê û gelek cezayên din hate birîn.
SOHR’ê bang li meqamên Tirk kir ku aqûbeta girtiyên Kurd ên Rojavayî eşkere bike, îdîayên li ser kiryarên xerab û êşkenceyê lêkolîn bike û cezayên li wan hatiye birîn di ber çavan re derbas bike. Saziya Çavdêriyê her wiha xwest kesên hatin girtin bêne berdan û hesab ji berpirsyarên binpêkirinan bê xwestin.

