Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump roja Şemiyê daxuyaniyek da û got, Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin ji bo bidawîkirina şerê li Ûkraynayê dixwaze lihevkirinekê çêbike. Trump îdîa kir ku Serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy xwe nade ber lihevkirinê.
Ji Trump hate pirsîn ku roja Înê dema bi telefonê bi Putin re axivî rojeva wan çi bû? Trump jî got, lîderê Rûsyayê bi xurtî dixwaze lihevkirinek çêbibe. Trump got, “Bi dîtina min Rûsya dixwaze lihevkirinek çêbibe. Em gelek caran li ser vê axivîn. Lê belê ji ber filan û bêvan sedeman Zelenskiy naxwaze li hev bike.”
Trump beriya niha li Qesra Spî di daxuyaniyekê de bi gotinên tund rexne li Zelenskiy kiribû û îdîa kiribû ku dem hatiye ku Ûkranya bibe xwedî serokdewletekî nû.
Trump êrişên Ûkraynayê yên li ser binesaziya hîdrokarbon a Rûsyayê rexne kir û pêşniyar kir ku lîderekî nû bê hilbijartin ku karibe dawî li şer bîne.
Nûnerê taybet ê hevkariya aboriyê yê Kremlinê Kirill Dmitriyev jî piştgirî da gotinên Trump ên li ser pêwîstiya bi lîderekî nû yê Ûkraynayê.
Dmitiryev ev daxuyanî bi gotina “dîrokî” pênase kir.

