Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temirê vê sibehê bû hedefa êrişê. Amblema meclîsê hate çirandin û agir bi sîwanê wê hate xistin.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temirê li pêşiya navenda xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî ji hêla hevseroka meclisê Çinar Salih ve hate xwendin, malbatên şehîdan, endamên rêxistinên civaka sivîl û nûnerên rêxistinên jinan û partiyên siyasî beşdar bûn.
Di daxuyaniya xwe de, meclisê kiryarên xerabkirinê yên li dijî navenda xwe bi tundî şermezar kir.
Meclisê diyar kir ku ev kiryar pîroziya cihê û girîngiya wê ya exlaqî û mirovî binpê dikin. Her wha daxwaz kir ku şert û mercên bûyerê werin eşkerekirin, berpirsiyar werin destnîşankirin û li gorî qanûnê hesab bidin.
Meclisê daxwaz kir tedbîrên pêwîst ji bo parastina saziyên sivîl û civakî da ku kiryarên bi vî rengî dubare nebin, werin girtin.

