Şandeya Jinan a ji Bakurê Kurdistanê di çarçoveya gera xwe ya li Rojava de serdana saziyên li bajarê Hesekê û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) kir, bi berpirs, rêveber û fermandaran re civiya.
Şande ji hevşaredara Mêrdînê û hevberdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Xwecih Devrîm Demîr, hevşaredara navçeya Yenîşehîr a Amedê Safiya Akadag, hevşaredara navçeya Farqîn a Amedê Sevîm Bîçîçî, hevşaredara Tetwanê Belkîze Beştaş Epozdemîr û endama Komîteya Dîplomasiyê Rûken Demîr pêk tê.
Şandeyê serdana Şaredariya Gel a Hesekê kir. Hevserokên Şaredariyê Seidiye Kotî û Selman El Himêdî şande pêşwazî kir, hevdîtin dûrî dezgehên çapemeniyê dewam kir. Dûre jî şandeyê taboleyek bibîranîn da şaredariyê.
Her wiha şandeyê serdana kar û barên malbat û şêniyan kir, bi rêveber Rohat Xelîl û cîgira wê re civiya.
Bi serdana YPJ’ê şandeyê gera xwe bi dawî kir. Fermandar Newroz Ehmed û Berdevka YPJ’ê Rûksan Mihemed û hejmarek şervanan pêşwazî li şandeyê kir.
Di dawiya serdanê de her du aliyan mertal û tabloyên bibîranî dan hev.

