Ji bo rêveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û avakirina aştiyeke mayinde işaret bi girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê kirin. Nûnerê Amedê yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) parêzer Mûrat Aba mijar ji ANF’ê re nirxand.
Mûrat Aba bal kişand ser cihê MHP’ê yê di pêvajoyê de û diyar kir ku piştî Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) piştgirî da pêvajoyê, pêla neteweperestiyê jî heta astekê sekinî.
‘HÛN NEÇAR IN ÇARESERIYÊ BI ALIYÊ ŞER RE BIKIN’
Li ser sedema girîngiya statu û mercên fîzîkî yên Rêber Apo parêzer Mûrat Aba bal kişand ser tecrûbeyên çareseriyê yên li cîhanê û destnîşan kir ku diyaloga yekser a navbera aliyên ku şer dikin girîng e.
Mûrat Aba diyar kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê rol û statuya Rêber Apo divê diyar bibe û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:
“Agahiyeke gelekî esasî ye; mînakên cîhanê jî vê yekê nîşan dide. Hûn li hemberî kê şer bikin, hûn neçar in çareseriyê jî pê re bikin. Dawiya dawî qala çekdanîna PKK’ê û entegreya vê yekê tê kirin. Lîderê wan Abdullah Ocalan e; divê bi wî re bê çareserkirin. Ya rast, ev yek gava destpêkê ya pêvajoyê bû. Lê belê bi dewamî divê statuya Abdullah Ocalan bê diyarkirin, ji ber ku divê pêvajo dewam bike.
Abdullah Ocalan hîn jî li cihekî îzole ye. Belê, agahî hene ku dibêjin di mercên wî de guhertin hatine kirin. Ez vê jî bibêjim; têkildarî vê meseleyê em tenê bi agahiyên li çapemeniyê têne belavkirin agahdar in. Lê belê li cihekî îzole hûn nikarin pêvajoyê li gorî daxwaza xwe bi rê ve bibin. Ji ber vê yekê daxwaza statuyeke ji bo Abdullah Ocalan heye.”
‘AZADIYA FÎZÎKÎ Û STATU DIVÊ BI HEV RE BÊNE NIRXANDIN’
Parêzer Mûrat Aba anî ziman ku li gel pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê statuya wî jî bê diyarkirin û got, “Gava mirov bala xwe dide ser şertên fîzîkî, pêwendiya vê yekê bi mafê hêviyê ve heye. Mafê Hêviyê tiştekî welê ye ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hatiye qebûlkirin. Mirovek bi cezayekî nediyar ê heta dawiya emrê xwe divê neyê darizandin. Ev yek di demên diyarkirî de divê were kontrolkirin. Gelo pêwîste ev ceza bê dewamkirin an na; pêwendiya meseleyê bi vê heye.
Azadiya fîzîkî wê bike ku karibe bi hêsanî têkiliyê bi hemû beşên civakê re dîne. Wê pêşî li wê yekê bê vekirin ku karibe bi mirovan, bi rûspiyan û beşên cuda yên civakê re hevdîtinan bike. Ji ber van hemû sedeman azadiya wî ya fîzîkî girîng e. Weke dewamiya vê jî divê statuyeke xwe hebe. Ya rast di esasê meseleyê de ev heye.”
‘GIRÎNG E PÊVAJO XWE BISPÊRE PEYMANEKÊ Û GARANTIYEKE HIQÛQÎ’
Mûrat Aba ragihand ku têrê nake ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tenê bi daxuyaniyên devkê bê meşandin û detsnîşan kir ku divê pêvajo xwe bispêre pîvanên nivîskî, diyarkirî û eşkere yên aliyan.
Mûrat Aba got, di pêvajoyekê de ku garantiyên xwe yên hiqûqî nebe, sozên bêne dayin dikare bi şêweyên cuda bêne şîrovekirin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:
“Pêvajoyên bi vî rengî, pêvajoyên bi vê rêbazê li ser peymanekê dimeşin. Di bingeha peymanê de jî pîvana nivîskîbûnê heye. Yanî eger sibe, dusib pêvajo xera bibe em ê nizanibin bê ji ber kîjan şertî, ji ber kîjan xala peymanê hatiye xerakirin, ji ber ku tenê gotin hene. Gotin, weke ku ji mînakên beriya niha tê zanîn dikarin bêne manîpulekirin û guhertin.
Ji ber van hemû sedeman hebûna statuyê wê êdî veguhere hevdîtineke fermî. Qet nebe em ê hemû bi daxwazan bihesin. Li ser vê yekê dibe ku em ê rexne bikin, dibe ku em ê piştgiriyê bidin. Lewma hem azadiya fîzîkî hem jî statuya Abdullah Ocalan girîng e.”
‘AZADIYA FÎZÎKÎ WÊ DERFETÊN HEVDÎTIN Û DIYALOGÊ ZÊDETIR BIKE’
Mûrat Aba ragihand ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo karibe hevdîtina yekser bi beşên cuda yên civakê re bike girîng e û got, “Bi pêkhatina azadiya fîzîkî re wê karibe hîn bi hêsanî tevbigere. Mînak eger îro kesek rabe bixwaze hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike, pêwîstiya xwe bi gelek prosedurên burokratîk heye. Nediyar e bê karibe destûrê werbigire yan na. Lê belê eger azad be, dema Abdullah Ocalan xwest bi kesekî re hevdîtinê bike; ji siyasetê, ji rewşenbîran, ji rûspiyan bixwaze bi kesekî re hevdîtinê bike, yan aliyê din bixwaze pê er hevdîtinê bike, hingî ev kes wê karibin bi hêsanî hevdîtinê bikin. Bi vî rengî wê civakê jî dîtibe, bi daxwazan hesiya be.
Niha hevdîtineke yekalî û bi destûr heye. Lê belê dibe ku hevdîtin zêde bibin, lê belê dîsa jî yê diyarker rayedarên hikumetê ye. Cihê destûrdana ji bo hevdîtinê rayedarên hikumetê ne. Eger ji aliyê fîzîkî ve azad bei dikare hîn bêhtir hevdîtinan bike. Dibe ku bixwaze bi partiyên siyasî re hevdîtinê bike. Daxwazeke bi wî rengî dikare bê, aliyê hember dikare bixwaze. Ev hemû niha nepêkan e.
Ji ber van hemûyan azadiya wî ya fîzîkî tiştekî welê ye ku qada wî ya tevgerê berfireh û xurtir dike. Dema ku em niha bixwazin serdana wî bikin divê em ê ji Wezareta Edaletê re binivîsînin, destûrê jê werbigirin, roj wê diyar bibe, saet wê diyar bibe. Wê bê gotin, ‘Di navbera van saetan de hûn karin hevdîtinê bikin’. Di navberê de wê keştî xera bibe. Azadiya wî ya fîzîkî qet nebe wê pêşî li van hemû astengiyan bigire.”

