Bi hewa sar re li gundan mirov çûn ser mehsereyê. Li nava rezên ku ji ber krîza avhewayê û ziwabûnê tirî kêm bûye, ji bo amadekariya ji zivistanê re tirî tê komkirin. Amadekariyên ku bi taybetî li Mêrdîn û Amedê bi rêbazên kevneşop têne kirin, bi rojan dewam dike. Di nava vê demê de keda herî mezin a jinê ye.
Şêniyên Hezroyê anîn ziman ku ji ber kêmbûna berhemdariyê li gorî par dims kêmtir bûye û gotin, barana ku dema dawî bariya zerar da tirî.
Jinên li gundê Dercalê yê navçeya Hezro ya Amedê tevlî karê mehsereyê bûne, ji bo amadekariya ji zivistanê re bi rojan kedê didin. Jin tirî kom dikin, piştre jî dieciqînin û avê jê derdixînin. Dûre jî dikelînin. Şîreya jê tê jî dikin bastêq, dims û benî. Ev berhemên ku bi kedeke mezin hildiberînin li ber tavê radixin û hişk dikin. Mehên zivistanê jî bi xwarina van berheman derbas dibe.
Remziye Odungît ku nêzî sih sal in her sal mehên Îlon an jî Cotmehê li gel zarokên xwe li nava rez tirî kom dike, hefteyekê li ser mehsereyê dimîne. Remziye Odungît anî ziman ku her kes kedê dide, lê belê ked û berpirsyariya herî zêde ya jinan e û got, ew gelekî hez ji gund û xaka xwe idke û heta dawiyê jî wê hilberîna xwe dewam bikin.
DEST JI XAKA XWE BERNADE
Remziye Odungît anî ziman ku di salên 1990’î de ji ber valakirina gundan neçar man ku ji gund koç bikin, lê belê dest ji xaka xwe bernedan, jinûve li gundê xwe vegeriyan, dest bi çandina rez û dehla xwe kirin û ragihand ku berê ji rezê wan bêhtir tirîdihat, lê belê bi demê re kêm bûye.
Remziye Odungît got, “Niha rezên me hişk bûne, berhemên me kêm bûne. Barana dawî zerar da tirî. Berhemdarî her sal kêm dibe. Berê em zêdeyî hefteyekê diman, lê niha hefteyekê dimînin û vedigerin. Heta ku roj biçe ava em dixebitin. Ne hêsan e, em gelekî kedê didin. Em tirî kom dikin û xwarina xwe ya ji bo zivistanê amade dikin. Bi van berheman em zivistanê derbas dikin. Em tenê ji bo xwe çênakin, li derdora xwe jî belav dikin.”
‘EM BI VÊ KEDÊ ZIVISTANÊ DERBAS DIKIN’
Remziye Odungît diyar kir ku li ser mehsereyan ew dims û beniyan çêdikin û qala mehsereyê kir:
“Em tirî kom dikin û ava wê derdixînin. Piştre jî şîreyê dixin beroşan û dihelînin, wê jî dikin dims. Ji bo beniyan jî em gwîzan kom dikin û bi ta ve dikin. Piştre jî bi pelûlê dadikin û ji bo ziwabûnê dadiliqînin. Ji bo van hemûyan ked divê. Em bi rojan dixebitin û zivistanê jî vê xwarinê dixwin.
Li vê derê gundî her sal heman karî dike. Mirov ji derve dikirin an jî difiroşin, lê belê em ji bo xwe dikin an jî didin kesên ku pêwîstiya xwe pê heye. Ez gelekî hez ji gund û xaka xwe dikim. Em çiqasî bibetilin jî mayina li vê derê ji bo me xweş e.”

