Şandeya Bakurê Kurdistanê ku ji Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê û Hevberdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Xwecihî Devrîm Demîr, Hevşaredara Yenîşehîrê ya Amedê Safiya Aladag, Hevşaredara Farqînê ya Amedê Sevîm Bîçîçî, Hevşaredara Tetwanê ya Bedlîsê Belkîze Beştaş Epozdemîr û endama Komîteya Dîplomasiyê Rûken Demîr pêk tê, serdana Kobanê kir.
Şandeya ku di 7’ê Cotmehê de ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bûbû, li bajarê Kobanê ewil serdana Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) kir. Pêşwazî li navenda PYD’ê hat kirin. Piştre şande berê xwe da şaredariya bajêr. Vê sibehê jî gera şandeyê careke din dest pê kir, ewil berê xwe da navenda Kongra Star. Piştre berê xwe da zanîngeha bajarê Kobanê û piştî wê jî berê xwe dan cihê Rêveberiya Herêmê. Piştre berê xwe da Muzexaneya Kobanê, qada jina azad, malbatên şehîdan, Goristana şehîdan û herî dawî Girê Miştenûrê.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ji ANF`ê re axivî û got ku ew ê têkiliyên xwe di demên pêş de mezintir bikin û got: “Em weke şandeyên ji qada rêveberiyên xwecihî weke şandeya jin derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, ewil li Qamişlo, Amûdê, Dêrikê û gelek bajarên din geriyan. Piştre me berê xwe da bajarê Kobanê. Armanca me ew e ku têkiliyên me di navbera Bakur û Rojava de xurtir be û bi wê têkiliyê de em bikaribin bi hev re tiştan jî pêş bixin.”
Devrîm Demîr anî ziman ku niha li Bakur û Rojavayê Kurdistanê mijara sereke entegrasyonê ye û got: “ Niha Ii Rojavayê Kurdistanê mijara entegrasiyonê dibe, sazî tên entegrekirin. Li Bakurê Kurdistanê jî wiha ye. Di encama vê gerê de gelekî hat xuyakirin ku pêdivî bi piştevaniyeke xurt bi taybet ji bo qada xwecihî heye. Ev bajar divê ji binesazî û avahsaziya wê ji nû ve were sazkirin.”
Devrîm Demîr got ku wan gelek nîşe li gel xwe tomar kirin û wê ew nîşe jî bikin raporekê û wiha berdewam kir: “Pêdivî bi çi heye, tengasî ji ku derê tê kişandin hemû hatin girtin. Di plansaziya li pêşiya me de ev yek heye ku em ê têkiliyên xwe qut nekin û wê çûn û hatin her hebe. Ev ya yekem bû û pir bi wate bû, lê wê ew yek bidome. Me niha nêzî 30 saziyan re hevdîtin pêk aniye. Em jî bi hêvî ne ku bibin sedema tora piştevaniyê û piştgiriya wê heta dawiyê bikin.”
Hevşaredara Mêrdînê Devrîm Demîr anî ziman ku ew di gelek tiştan de dikarin bi hev re bibin alîkar û wiha pê de çû: “Têkiliyên Bakur û Rojava her wiha têkiliyên endamên xwe yên gerdûnî de jî, em dikarin Rojava bikin rojeva cîhanê jî, ew ji bo me ne pirsgirêke.”
Her wiha Devrîm Demîr got ku alîkarî gelekî pêwîst e, divê ev yek jî di asta gerdûnî de be û ew ê hewil bidin vê peywirê bi cih bînin.

