Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşger a Tehranê bi serokatiya Ebulqasim Selavatî, careke din Werîşe Muradî bi sûcdariya “endamtiya komeke çekdar a serhildêr” mehkûmî cezayê darvekirinê kir. Ev biryar, piştî ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê berê ya li dijî Werîşe Muradî betal kiribû û doz ji bo ji nû ve darizandinê şandibû dadgeha, hate dayîn. Li gorî agahiyên der barê dozê de, dadgehê di pêvajoya dadgehkirina nû de lêkolînên ku ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibûn xwestin, pêk neanîne.
Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) daxuyaniyek da û ji nû ve sepandina cezayê darvekirinê ya li dijî çalakvana siyasî ya Kurd û endama KJAR’ê Werîşe Muradî, şermezar kir. KJAR’ê, pergala dadwerî û saziyên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê rasterast ji jiyan û ewlehiya Werîşe Muradî berpirsiyar dibîne.
KJAR’ê, di daxuyaniya xwe de ji nû ve sepandina cezayê darvekirinê wekî kiryareke tolhildanê ku li dijî têkoşîna jinên azadîxwaz û tevgera şoreşgerî ya “Jin, Jiyan, Azadî” hatiye dayîn, bi nav kir. Komeleyê, diyar kir ku Werîşe Muradî di nava zêdetirî sê salên girtîbûna xwe de rastî êşkenceya fîzîkî û derûnî hatiye û mafê wê yên gihîştina dermankirina bijîşkî û têkiliya bi malbata xwe re jê hatiye standin.
KJAR’ê, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku pergala dadwerî û saziyên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê, rasterast ji jiyan û tenduristiya fîzîkî û derûniya Werîşe Muradî berpirsiyar in.
KJAR’ê, bang li saziyên navneteweyî yên mafên mirovan, rêxistinên jinan û derdorên azadîxwaz kir ku ji bo betalkirina bilez a van cezayên darvekirinê û serbest berdana bê şert û merc a Werîşe Muradî û girtiyên din ên siyasî yên ku bi cezayê darvekirinê re rûbirû ne, bikevin nava liv û tevgerê.

