Wezîrê Enformasyonê yê Rêveberiya Demkî ya Abyei Yohanna Akol Ngor diyar kir ku ji êrîşa roja Duşemê artêşa Sûdanê berpirsyar e. Ngor da zanîn ku ji ber şewat berdewam dike dibe ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.
Bijîşkên Sînornenas (MSF) daxuyand ku zêdetirî 20 kesên birîndar rakirine nexweşxaneyê û di nav wan de kesên ku rewşa wan giran e û yên şewitîne hene.
Wezareta Karên Derve ya Sûdana Başûr jî artêşa Sûdanê wekî berpirsê êrîşê dît û ji bo protestokirinê gazî balyozê Sûdanê kir.
Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) ên paramilîter ji Nîsana 2023’yan ve şer dikin. Statuya herêma Abyei ya ku ji aliyê çavkaniyên petrolê ve dewlemend e di navbera Sûdan û Sûdana Başûr de hê jî nehatiye çareserkirin.

