Li Amedê, xizaniya kûr bi bêkarî, bêewlehiya xwaarinê û pirsgirêkên xwe di gihandina pêwîstiyên bingehîn de, xwe dide der. Li gorî daneyên sala 2024’an a Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, li bajêr 196 hezar û 530 malbat ji alîkariyên civakî sûd werdigrin, meblaxa giştî ya alîkariyan gihîşt 4, 47 milyar TL. Dane nîşan didin ku xizanî tenê bi windakirina dahata kesî re sînordar namîne, di heman demê de pirsgirêkeke avaniyê ye ku bandor li qadên cuda ya jiyana civakî dike.
Lêkolînên qadê yên li navçeyên Baglar û Sûrê yên Amedê jî, bandorên şênber ên xizaniyê di taxan de nîşan dide. Ji sedî 93’ê jinên ku tevlî beşdarî lêkolînan bûne diyar dikin ku kirîna xwarinê kêm kirine û ji sedî 95 jî diyar dikin ku kirînên cîlan sînordar kirine. Gelek malbat ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên xwe yên bingehîn, neçar dimînin ku deyn bigrin.
Tê diyarkirin ku bi taybet di malên bi ritûbet, av digrin û pirsgirêkên germkirinê lê hene de, zarok rûbirûyê pirsgirêkên tenduristiyê dimînin. Di sala 2024’an de li Amedê 196 hezar û 530 malbat sûd ji alîkariyên civakî girtin, ev yek asta xizaniyê ya li seranserê bajêr nîşan dide.
Serokê Komaleya Sarmaşik ku bi Biryarnameya Bihiqmê Qanûnê (KHK) hate girtin, Mehmet Şerîf Camci, diyar kir ku di bingeha xizaniyê de polîtîkayên aboriyê yên ku dewlet bi sed sal in li Kurdistanê pêk tîne heye û anî ser ziman ku nabe ku çareserî bi belavkirina alîkariyê were sînordarkirin. Çamci diyar kir ku divê wekî berdewamiya fikriyata Komaleya Sarmaşik, li bajarê “Komuna Bajêr” were avakirin.
‘POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ XIZANIYÊ KÛR DIKE’
Şerîf Camci sedemên zêdebûna xizaniyê li bajêr nirxand û diyar kir ku nabe ku pirsgirêk tenê bi bêkarî û kêmbûna alîkariyên civakî were nirxandin. Camci bal kişand ser asta kûrewî ya xizaniyê û bilêv kir ku ji bo Kurdistan û Amedê polîtîkayên aboriyê yên dewletê ji bo vê yekê diyarker e û wiha got, “Pirsgirêka sereke ya ku li Kurdistanê xizaniyê kûr dike, polîtîkayên ku bi destê mirov ango bi destê delwetê tên avakirin in. Helbet xizanî pirsgirêkekî kûrewî ye. Sedeme din yê girîng jî heye ku çavkaniya xwe ji bijartinên hilberîn û dabeşiyê ya modernîteya kapîtalîst digre. Tevî vê, bi taybet li Kurdistan û Amedê sedema herî bingehîn ku xizaniyê digihîne karekter û kûrahiyeke cuda, polîtîkayên aboriyê yên dewletê ne ku sed sal e li Kurdistanê pêk tîne.”
‘PIŞTÎ SARMAŞIKÊ, GEL DI ÎNSAFA ÇANDA SEDEQE YA DEWLETÊ HATIYE HIŞTIN’
Camci diyar kir ku Komeleya Sarmaşikê bi KHK’ê re hat girtin di aliyê mekanîzmayên hevgirtinê yên li bajêr valahiyeke girîng çêkiriye û anî ziman ku komele ne tenê saziya piştgirî dida hewcedaran, di heman demê de modela piştevaniya civakî xurt dikir. Camci bal kişand ser encamên civakî yên têkiliyên hilberîn û parvekirinê yên kapîtalîst û got, “Têkiliyên hilberîn û parvekirina kapîtalîst ne tenê encamên aborî yên neyînî derdixîne holê. Civakê ji aliyê exlaqî ve dirizîne, ji refleksên polîtîk jî dûr dixe, pasîf dike û bê îrade dike. Aliyê herî girîng ê tecrubeya Sarmaşikê ew bû ku bi rêya hevgirtinê piştgiriya welatiyekî ji bo welatiyê din ava dikir û di heman demê de bi model û rêbaza ku afirandibû re li dijî hêmanên ku civakê dirizînin hevgirtin û hestê parastina civakê pêk dianî.”
Camci destnîşan kir ku piştî girtina komeleyê derfetên rêxistinkirina xizanên bajêr a li ser bingeha hevgirtinê qels bû. Camci mekanîzmayên heyî yên alîkariya civakî rexne kir û wiha berdewam kir: “Piştî Sarmaşikê, xizanên bajêr ji xweparastinê bêpar man. Vegeriya têkiliya kevneşopiya dewlet-hemwelatiyan. Wan terkî çanda sedeqeyê ya dewletê kirin. Dewlet bi sepandina çanda sedeqeyê û xwedêgiravî bi bexşîşên ku wekî piştgirî pêşkêş dike re dixwaze vê bibêje: ‘Tu hewcedarê min î, tu tenê bi piştgiriya ku ez didim te dikarî bijî.’”
Camci bal kişand ser rola ku rêveberiyên herêmî, rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeyî û karsazan ku li dijî xizaniyê bigirin ser xwe û anî ziman ku divê aktorên bajêr bi mekanîzmayên ku tenê alîkariyê belav dikin sînordar nemînin.
Camci anî ziman ku divê nêzîkatiyên heyî yên di têkoşîna li dijî xizaniyê de biguherin û wiha pê de çû: “Divê di serî de rêveberiyên herêmî, dînamîkên bajêr dev ji xebatên piştgiriyê yên ku wekî kopyeyeke xirab a dewletê pêşkêş dikin berdin. Berî her tiştî divê ev dînamîkên bajêr vegerin fikriyata Sarmaşikê. Pêwîst e li gorî ruhê demê modela Sarmaşikê rojane bikin û polîtîkayên hevgirtinê di forma komunea bajêr de bixin meriyetê.”
‘DIVÊ WELATÎ BIBIN KIRDEYÊN HEVGIRTINÊ’
Camci destnîşan kir ku têkoşîna li dijî xizaniyê nabe tenê bi bicihanîna hewcedariyên bingehîn ên wekî xurek, stargeh, perwerde û tenduristiyê sînordar bimîne û daxuyand ku nabe mirov wekî kesên ku timî pêwîstiya wan bi alîkariyê heye werin pênasekirin. Camci diyar kir ku çareseriya wê bi afirandina modelek hevgirtina welatiyan a bi awayekî rasterast beşdarî pêvajoyên biryardayîn û rêvebirinê dibin pêkan e.
Mehmet Şerîf Camci diyar kir ku di bingeha modela ‘Komuna Hevgirtina Bajêr’ a ku pêşniyar dike de divê rêxistinên hemwelatiyên sivîl hebin û wiha domand: “Kirdeya ‘Komuna Hevgirtina Bajêr’ a ku wê bê avakirin divê organîzasyonên hemwelatiyên sivîl bin. Di destpêkê de divê sazî û dînamîkên bajêr hebin û pêşengiyê bikin. Lê divê di demeke herî kurt de rêveberiya vê komunê bi destê hemwelatî û xizanan bê meşandin. Yanî divê ev veguheze hevgirtina hemwelatiyan a hev re.”

