Li Spanyayê li ser xeta hesinî ya ku Madrîdê bi Endulûsê ve girêdide de du trêna rêwiyan li hev qelibîn, herî kêm 68 kes mirin û 107 kes jî birîndar bûn. Rayedaran hişyarî dan ku dibe hejmara miriyan zêde bibe.
Qeza di saetên serê sibê yên Çarşemê li herêma xweser a Kastîlya-La Manchayê, nêzîkî Toledoyê derdora Urdayê pêk hat. Di trêna AVE ya 397 rêwî, trêna ku ji aliyê şîrketa taybet Iryoyê ve tê xebitandin jî 147 rêwî hebûn. Piştî qezayê hin vagonên trêna Iryoyê ji rayan derketin.
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sánchez, ji ber qezayê sê roj şîna neteweyî ragihand. Qral Felipeyê VI. jî bûyer wekî “trajediyeke mezin” bi nav kir.
Tîmên cendirmeyan, ji bo dîtin û rizgarkirina kesên ku dibe di vagonan de asê mabin, wê xebatên xwe di tevahiya şevê de jî bidomînin. Xebatên rakirina kavilan berdewam dikin.
Partiya Podemosê ji ber karesatê, xebatên xwe yên kampanyaya hilbijartinê yên ku dihat plankirin di 29’ê Mijdarê de pêk werin heta roja Yekşemê dan sekinandin.

