Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez ku di mijara Mafê Hêviyê de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da, bi gotina “Mafê Hêviyê mafekî hiqûqî ye, qenciyek nîne” nuqteya dawî li nîqaşên li ser statuya muwekîlê xwe danî.
Ji bo bicihanîna ‘Mafê Hêviyê’ kesayetên ji 29 welatan nameyek nivîsîn û beriya civîna meha Kanûnê daxwaza bicihanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kirin.
KON-MED û YJK-E’yê gotin, “Em têkoşîna xwe ya civakî ya li dijî qirkirina jinê û mejiyê serweriya mêr mezin dikin” û ragihandin ku bi pêngava di 1’ê Mijdarê de destpê bikin re li dijî komkujiya jinan, tundî û newekheviyê banga mezinnkirina piştevaniya civakî kirin.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta anî ziman ku pêngava entegrasyonê ya li Şengalê gaveke girîng e û got, ji bo gelê Êzidî tişta herî girîng xweparastin e.
Endamê Komîteya Girtiyan a Rojava Kamûran Reşîd li ser tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên mafên mirovan axivî û wiha got, “Ferzkirina poşmaniyê ya li ser girtiyên azadiyê êrîşa li ser rûmetê ye. Divê li dijî vê çalakiyên girseyî bên lidar xistin.”
Nûnerê T24’ê rojnamevan Gokçer Tahîncîoglû, da xuyakirin ku zextên li ser çapemeniya Kurd û mûxalîf zêde bûne û destnîşan kir ku astengiyên gihîştinê ji bo çapemeniyên serbixwe hişyarî ne.

