În, 30 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 30’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê ku bi girtiyan re hevdîtin kir: Li Egeyê binpêkirinên mafan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qizilhesarê êşkence li girtiyan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê dê di 1’ê Mijdarê de li Enqereyê kon vedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê peyama sala 103’emîn: ‘Divê komar nû bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Girtin û zextên rejîma Îranê berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûrat Karayilan ji malbatên şehîdan ên Şengalê re peyamek şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Di şexsê hevala Bêrîtan de em bûn xwedî nasnameya jin a berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Sozdar Avesta: Ji bo gelê Êzidî tişta herî girîng xweparastin e
Rojane

Sozdar Avesta: Ji bo gelê Êzidî tişta herî girîng xweparastin e

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta anî ziman ku pêngava entegrasyonê ya li Şengalê gaveke girîng e û got, ji bo gelê Êzidî tişta herî girîng xweparastin e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 43 dq.
Parvekirin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di Bernameya Taybet a Stêrk TV de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, pêngava entegrasyonê ya li Şengalê û bûyerên li Rojava nirxand. Hevpeyvîna bi Sozdar Avesta re bi vî rengî ye:

Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Rêber Apo û Tevgera Azadiyê gavên pêwîst avêtin. Lê belê aliyê beramber bêdengiya xwe diparêze, gavên girîng neavêje, gavên li gorî ruhê demê neavêje. Hûn pêvajoyê çawa şîrove dikin? Ya girîng jî gavên nû hene yan na?

Van çend rojên derbasbûyî salvegera 34’emîn a fermandara me Gulnaz Karataş hevala Bêrîtan bû. Di heman demê de em weke tevgera azadiyê ya jinê dikevin sala xwe ya 40 salî. Ku weke tevgereke jin me cara yekemîn bi rengekî xweser xwe saz kir. Di serî de, di şexsê hevrê Bêrîtan de tevahiya şehîdên têkoşîna azadiyê, şehîdên meha Cotmehê bi rêzdarî, bi hurmet, bi minet bi bîr tînim. Ew soz û peymanê ku me dane şehîdan, heta serxistina armancên wan em ê pêk bînin.

Beriya ku ez derbasî bersiva pirsa we bibim, Rêber Apo bi hurmet, hezkirin û bêrîkirinê silav dikim. 2 sal in ku Rêber Apo bi sebreke mezin, bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, bi entegrasyona demokratîk perspektîfek, paradîgmayek xist rojevê û da pêşiya tevahiya mirovahiyê. Ev gelekî girîng e. Rêber Apo pêşengiyê ji vê yekê re dike, koordînatorê wê ye, mîmarê vê pêvajoyê ye.

Pêvajo di kîjan merheleyê de ye? Tiştekî nû heye yan na? Me dixwest, em bibêjin tiştekî nû heye, dil dixwest ku em wisa bibêjin. Lê bi rastî heta vê kêliyê tiştekî nû, guhertinek raya giştî li bendê ye, gelê Kurd li bendê ye, nehatiye kirin. Divê îzaheke vê hebe. Weke tevgera azadiyê çi pêwîst bû me pêk anî. Herî dawî Hevseroka Konseya Rêveber hevrê Besê Hozat nêrîn û nirxandina tevgerê ya li pêvajoyê rave kir. Dibe ku nerast be ku mirov bibêje pêvajo bi temamî rawestiya ye. Lê belê rêveçûneke wê jî nîne. Divê bi esasî ji dewleta Tirk bê pirsîn bê dixwaze di vê pêvajoyê de çi bike, ew bersiva vê bide. Tiştê kete ser milê tevgerê, bêteredut, bêdudilî bi baweriyeke mezin, bi xwe bawer, bi Rêber Apo bawer û bi gelê xwe bawer ev pêvajo di nava van du salan de bi pêş xist. Dinya alem zane me çi gav avêtiye, raya giştî jê agahdar e. Herî dawî gavên bingehîn hatin avêtin. Gerîlayên Azadiyê xwe ji Bakurê Kurdistanê kişand, dîsa gelek cihên ku gerîla lê bûn, li Herêmê Parastinê yên Medyayê, Metîna hate valakirin. Bi rengekî fermî di 8’ê Cotmehê de me daxuyaniyeke pir girîng bi raya giştî re parve kir. Me got, ya dikeve ser milê me, me pêk anî. Di ser vê re zêdeyî 20 roj derbas bûn. Di nava van 20 rojan de dikarîbû gavên girîng bihatina avêtin. Bi esasî diviyabû ku niha Rêber Apo di dewrê de bûya, diviyabû karîbûya vê pêvajoyê ji tevahiya mirovahiyê re şîrove bike. Rojnamevan, akademîsyen, siyasetmedar çûbûna gel wî. Diviyabû komîsyona şopdariyê hatibûya avakirin biçûya wê derê. Ya herî esasî jî weke mîmar û koordînatorê vê pêvajoyê Rêber Apo weke Koordînatorê Desteya Aştî û Siyasîbûnê di dewrê de bûya. Ji bo me ya esasî ev e. Dawiya gotina dirêj; heta ku ev pêk neyên pêvajo çiqasî bi gotinê hin tişt bêne gotin jî kes, raya giştî û gelê me jî êdî van zêde cidî nabîne. Herî dawî Serokê Meclîsa Tirkiyeyê daxuyaniyek da, got ‘Em dixwazin komîsyona çavdêriyê ava bikin, ji bo muzakere destpê bike’. Komîsyona çavdêriyê diviyabû beriya du meh û nîvan hatibûya avakirin. Bi vî rengî guman di serê gelê me de çêdibe, em jî weke tevger divê baweriyê de ne; Gelo di bin navê komîsyonê de dîsa pêvajoyê paş bixîne. Yanî ne komîsyona çavdêriyê, lê bibe komîsyona paşvexistina pêvajoyê. Ev gumana çêdike. Êdî heta ku gavên şênber neyên avêtin, bi taybetî Rêber Apo bi rengekî azad karibe kar bike, êdî weke Tevger tiştekî em bikin nemaye. Sedemên vê çi ne? Bêguman pêwîstiyê pê nabînim ku dirêj vebêjim, ji ber ku hin tişt dubare dibin. Em cuda vê pêvajoyê dixwînin, xuya ye hikumeta AKP’ê û dewlet cuda dixwîne. Ew ji bo xwe weke mijarek ji bo hilbijartinê bi kar bîne, wextê pê bistînin, her wiha konjonkturî nêzî dibin. Mînak, hilbijartinên Îsraîlê hebûn, hibijartinên Emerîkayê hene. Wekî din peymaneke Mekke çêkirine. Ev hemû rojane şîrove dikin, berjewendiyên xwe di ku de dibînin siyasetekê li gorî vê çêdikin. Eger pirsgirêka Kurd û pêvajoya heyî li gorî hesabên biçûk û konjonktura derve bê nirxandin, ev yek wê bibe xwe xapandinek. Eger nêzîkatiyeke bi vî rengî hebe, ji xwe em ji destpêkê ve bibêjin; ev naçe serî. Divê her kes li gorî cidiyeta pêvajoyê tevbigere. Di serî de hikumeta AKP’ê û dewleta Tirk. Ev pêvajo ji bo tevahiya gelên herêmê pêvajoyeke aramî, hevgirtin û demokrasiyê ye; gerîlayên azadiyê ku bi dehan salan têkoşîna azadiyê ji bo gelê Kurd meşandin niha dixwazin bi serbilindî tevlî pêvajoya siyasî bibin. Eger pêşî li vê neyê vekirin, bi vir de wir de bibe, ev nayê qebûlkirin. Em careke din dibêjin, divê dest ji van lîstikan bê berdan û pêvajo weke ku hatiye nîqaşkirin, sozên heta niha tê dayin divê di pratîkê de bê bicihanîn. Eger bi vî rengî bibe wê pêvajo bi lez bibe. Weke tevger tiştên ku em ji aliyê xwe ve bikin ev e. Ez vê jî bibêjim; ti carî Tevgera Azadiyê bê alternatîf û bê têkoşîn nemaye. Mecbûriyeteke me nîne ku em heta bi hetayê di nava bendewariyê de bisekinin. Em têkoşîna azadî û demokrasiyê li her qadê bi rê û rêbazên demokratîk dimeşînin û em ê ji niha û pê ve jî dewam bikin.

Di encama têkoşîna 12 salan a bi fikir û felsefeya Rêber Apo û keda civaka Êzidî û zarokên wê îro civaka Êzidî ber bi entegrasyonekê ve diçe. Hêzên leşkerî yên Şengalê yanî zarokên Êzidîxanê û artêşa Iraqê bi hev re entegrasyoneke leşkerî pêk anîn. Hûn vê gavê çawa şîrove dikin?

Destpêkê di 26’ê Cotmehê de li çiyayê azad, li lûtkeya çiyayê Şengalê di encama têkoşîn û berxwedaneke bêhempa ya mezin a 12 salan û gelek lehengê hêja yên têkoşîna azadiyê ku bi rola pêşengiyê rabûn; ji hevrê Mam Zekî, Egîd Civyan, Dilşêr Herekol, Berfîn Nûrhaq, Nûjîn Sêrt heta hevrê Seîd, Dijwar, Çeko, Zerdeştan û bi gotinên fermî ku di peyama xwe de jî dan 530 leheng di oxira rojeke weke roja hate îlankirin dan. Ez di serî de wan şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînim. Ez wê pêngavê li gelê Şengalê, şervanên wan pîroz dikim. Bi rastî jî dîmenekî ji bo civaka Êzidî balkêş bû. Her tim li ser ekranê televîzyonan civaka Êzidî bi qirkirinê, bi zilmê û bi êrişan re, tundiyên rû bi rû diman diket rojevê. Li hemberî van hemûyan di nava van 12 salan de civakeke xwe bi xwe, xwe ji xwelî û hêza xwe ava kir û xwe anî vê astê. Ev girîng e. Bêguman di bingeha vê de fikir û felsefeya mezin a Rêber Apo heye. Ez zanim ku ji her kesî zêdetir Rêber Apo ji vê pêngavê kêfxweş bûye, vê pêngavê li Rêber Apo pîroz dikim. Keda Rêber Apo ya mezin di bin têkoşîna civaka Êzidî de heye.

Entegrasyon bêguman bi hêsanî nebû. Tiştê ku li wê derê weke belavok hate belavkirin, peyamên hatin dayin, dîmenê ku derket girîng e. Fermandarên YBŞ û YJŞ’ê ev yek ji bo xwe weke rûpelekî nû yê dîrokî pênase kirin. Weke ku ji niha û pê ve karibin xwe bi xwe, civaka xwe biparêzin dan diyarkirin. Û dîsa li ser xaka xwe karibin bimînin û azad bijîn, sozên wisa bi civaka xwe re dubare kirin. Di heman peyamê de dewleta Iraqê, rayedarên dewleta Iraqê, ji rayedarên siyasî heta yên leşkerî û ewlekariyê, gelek siyasetmedaran bi fermî peyama xwe bi navê Serokwezîrê Iraqê peyam dan. Garantî kirin ku wê mafên civaka Êzidî teqez bikin. Em weke Tevgera Azadiyê vê pêngavê girîng dibînin. Ji bo civaka Êzidî karibe bi reng û hebûna xwe bijî, destûra bingehîn a Iraqê vê derfetê pêşkêş dike. Heta niha li gel ku civak û pêkhateyên bi vî rengî yên li Iraqê xwedî hin mafên xwe lê weke li hemû welatan li Iraqê jî mafên civaka Êzidî jê re nehatibû dayin. Cara yekem e mafên civaka Êzidî bi peyameke fermî qebûl dike û bi vî rengî nêzîk dibe. Em vê girîng dibînin û bi nirx e. Lê ev nirx çawa dikare bê mezinkirin, çawa dikare bê pêkanîn? Mînak di peyama YBŞ’ê de hevokeke gelekî girîng derbas bû. Gotin, ‘Serketina vê peyman û pêngavê bi cidiyek, bi pêkanîna pratîkî ve girêdayî ye’. Ew rastiyek e. Ji ber ku Rojhilata Navîn û bûyerên li herêmê diqewimin ne diyar e bê kengî çi bibe. Heta niha li herêmê her bûyerek ku çêbûye, gelên bindest jê zerar dîtine. Bi taybetî jî li Rojhilata Navîn ê herî zêde di bin wan de hatiye pelçiqandin û timî zilm û qirkirin bûye para wê civaka me ya Êzidî ye. Lewma ez dibêjim, divê hem girîng bê dîtin. Mirov bibêje girîng e, ku bi xwe jî gotin, dîrokî dibînin. Em jî hêvîdar in ku roleke dîrokî di pratîkî de jî bê lîstin. Lê belê ne her tişt e. Ez dikarim vê bibêjim. Divê mirov li ser vê têkoşînekê bike, têkoşîna xwe ya demokratîk, hevbeş di nava xaka xwe de parastina xwe bike. Tişta herî bi rûmet û serê mirovan bilind dike cihgirtina hêza YJŞ’ê di entegrasyonê de ye. Mirov dikare bibêje, YBŞ û YJŞ’ê dîmenê hevpar ê ku dan rûmetekê diafirîne. Em vê pêngavê destpêkê girîng dibînin. Weke me got, li civaka me jî pîroz dikim.

We di destpêka axaftina xwe de qala keda Rêber Apo ya di ber civaka Êzidî re kir. Bandora Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo da destpêkirin li pêvajoya entegrasyona li Şengalê çawa bû?

Ev pêvajoya ku niha li Şengalê dimeşe, beşeke girîng ê vê pêvajoya li tevahiya Kurdistanê, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Dema ku ferman li Şengalê rabû, Rêber Apo nirxandineke bi vî rengî kir. Dema yekemîn hevdîtin bi Rêber Apo re hate kirin, dîsa pêvajoyeke çareseriyê di meriyetê de bû, heyet diçû û dihat, Rêber Apo got, ‘Ew êrişa li ser Şengalê çêbûye li ser me hemûyan çêbûye. Ew destdirêjiya li ser civaka Êzidî çêbûye li ser me hemûyan çêbûye. Ya em ê civaka Êzidî careke din rizgar bikin, ji destê DAÎŞ’ê rizgar bikin, li xaka wê vegerînin û wê bi rûmet û serbilindî li ser xaka xwe bimîne, yan jî em ê behsa rûmetekê ji bo xwe nekin’. Ji bo wê ez dikarim vê bibêjim, weke tevgera azadiyê 12 sal in bêyî ku xwe bide paş, bi perspektîfa Rêber Apo ev rûmet hate pêkanîn. Rêber Apo di her hevdîtinê de bal kişand ser girîngiya vê civakê li Kurdistanê. Çima Rêber Apo balê dikişîne ser vê yekê? Ji ber ku her fermana bi serê civaka Êzidî ve hat gelek nirxên çandî, azadiyê û nirxên Kurdistanê bi xwe re bir. Rêber Apo weke civakeke herî kevnar, resen, ku hebûna me di vê civakê de veşartî ye pênase dike. Û her tim jî bi baldarî nêzîk bû. Ne tenê pêvajoya Îmraliyê, Rêber Apo di hemû deman de tim bala xwe li ser civaka Êzidî bû. Her tim xwestiye ku ev civak azad, di nava çandeke demokratîk, li ser xaka xwe bijî. Perspektîfên Rêber Apo ji bo vê gelekî şênber in, têne zanîn. Di dema fermanê de bi vê perspektîfê 12 lehengan berê xwe dan çiyayê Şengalê û têkoşîneke mezin kirin. Li gel ku hinek ji wan hate girtin jî parastina çiyayê Şengalê bi 9 gerîlayên azadiyê hate kirin. Niha jî li ser şopa wan 9 gerîlayên azadiyê keç û xortên Êzidîxanê bûne xwedî îrade, mafên xwe. Kêfxweşiyeke herî mezin û encamgirtina vê paradîgmaya Rêber Apo ev e. Bandora vê pêvajoyê li ser vê çi bû? Ev jî girîng e. Ev 2 sal in hem ev pêvajo li Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi rengekî hat meşandin, heman demê Rêber Apo ev pêvajo weke Ronesansa Êzidîxanê pênase kir. Li ser vê perspektîfê civaka Êzidî hem ji aliyê fikrî, hem ji aliyê felsefî, çand û hunerî û xweparastinê îradeya xwe afirand, bi rengekî azad tevgeriya. Li qadên ku demokrasî lê hebe, bêguman civak dikare hîn bi azadî têkoşîna xwe bike. Beriya du salan bi rengekî neheqî, dûrî exlaqî êrişên gelekî giran li ser hebû. Heta 2024’an bê navber êrişên dewleta Tirk û hevalbendên wê li ser vê îradeyê hate kirin, li ser îradeya Şengalê hate kirin. Gelek êş û alem dan wan. Lewma di nava 2 salên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de civaka Êzidî karîbû li xaka xwe têkoşîna xwe dewam bike. Û ev jî berhema vê ye. Ji bo Ronesansa Civaka Êzidî tişta herî girîng parastin e. Li ser vê perspektîfê hate meşandin. Di vê entegrasyonê de jî Rêber Apo bi xwe li ser disekine, têkoşîna vê kir. Em vê jî baş zanin. Rêber Apo ji bo vê gotibû, ‘Me soz daye civaka Êzidî, wê careke din ferman li civaka Êzidî ranebe. Ji bo ferman ranebe divê ev civak rêxistinkirî be, parastina xwe hebe, li xaka xwe be. Ji bo vê çi hebe divê bike’. Civakê jî xwe gihandiye wê zanebûnê. Ev jî bersiveke girîng a ji bo pêvajoyê ye. Bandora vê ya erênî li ser Şengalê heye.

Di pêvajoya entegrasyonê de herî zêde entegrebûna hêzên YJŞ’ê bal kişand. Hûn bi xwe entegrebûna hêzên YJŞ’ê çawa şîrove dikin?

YJŞ li Rojhilata Navîn bû sembolek bêguman. Ew dîmenê 3’ê Tebaxa 2014’an heta niha jî di bîra mirovan de zindî ye, di bîra civaka Êzidî de ti carî nayê jibîrkirin. Dema ku ew jinên Êzidî li qemyonan siwar kirin, ebayê reş li wan kirin û fiyet li ser wan kirin û birin sûkê, wê demê weke jinên şervanên azadiyê, weke gerîlayên YJA Starê û Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê me wê çaxê sozek da. Weke Tevgera Azadiya Jinê me sozek da. Me got, wê tola jinên Êzidî li erdê nemîne. Hilanîna tolê ji bo me çi bû? Avakirina îradeya jinên Êzidî bû. Me zanîbû ku yek ji sedemên rabûna fermaneke ewçend giran û revandina ewqas jinan -ku heta vê kêliyê jî nêzî 3 hezar mirov, bi giranî jin û zarok hîn jî aqûbeta wan nediyar e- mijara îradebûnê bû. Îro YJŞ’ê jî xwe li ser vê xetê ava kir. Ji Bêrîvanan destpê kir û heta Arînan û bi pêşengiya Berfînan vê destpê kir. Ev bû îradeyek li Şengalê. Ji bo civaka me ya Êzidî, ya rast ji bo hemû civakên bindest tê gotin; heta bi çavên xwe nebîne bawer nake. Dema şervanên YJA Starê çûn herêma Şengalê, mudaxele kirin, herî zêde vê bandor li civakê kir. Vê bandor kir û ev gotin, ‘Mêranî çi ye? Çi bû? Kesên ku ji xwe re digotin em leşker in, artêş in û em parêzvanên vê derê ne, bi tank, topên xwe li wesayitên xwe siwar bûn û pişta xwe dan û çûn. Lê belê şervanên YJA Starê berê xwe dan çiyayê Şengalê’. Vê yekê bawerî da jinên Êzidî. Got, ‘Ez dikarim bikim û tevlî bû’. Ji wê rojê heta roja îro beteredut têkoşiya. Pêngava Sikêniyê di sala 2016’an de bi navê ‘Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî’ destpê kir. Û îro bûn weke hêzeke parastinê. Hêzeke xwe ji xwe ava kiriye, ji keçên Şengalê. Bi taybetî jî bi karê hevbeş ê bi dayikên Şengalê û TAJÊ ev hêza leşkerî afirand. Berhema vî karî îro ev hêza leşkerî ye. Nirxê herî mezin, serbilindahî ev e. Tola jinên Êzidî bi vê pêngavê heta radeyekê hatiye standin. Tol ev e. Keçên Êzidî, zarokên wê rojê di wê merasîmê de amade bûn, tolhildana herî mezin bû. Ya ku reng da wê derê, ya ku tabloyeke cuda da ber çavên her kesî YJŞ bû, ew keçên azad bûn. Ji ber vê YJŞ roleke girîng e. Ji vir û pê ve di parastina jinên Êzidî û herêmê de, li Iraqê modeleke. Cara yekemîn e di nava artêşa Iraqê de hêzeke bi vî rengî ya jinê tê avakirin û bi fermî cihê xwe digire. Ev ji bo hemû jinên Iraqê û pêkhateyên wê derê girîng e. Ez bawer dikim ku wê piştgiriya xwe jî pê re bike û YJŞ hîn mezintir bi vê rola xwe ya dîrokî rabe.

Pêngava entegrasyona leşkerî bêguman girîng e. Lê weke ku we jî di nava nirxandinên xwe de cih bi cih bal kişandin ser, ya girîng divê mafên çandî, siyasî, civakî yên civaka Êzidî gav bên avêtin. Di vê mijarê de erkên çawa dikeve ser milê Iraqê?

Lihevhatin girîng e. Şengal li herêma lê ye ji aliyê cografîk ve jî bi rastî girîng e. Ji bo tevahiya Iraqê cihekî xwe yê stratejîk heye. Lewma ev pêngavên leşkerî bi tena serê xwe têra vê pêvajoyê nake. Di merasîmê de jî ev hate diyarkirin, di peyam û daxuyaniya YBŞ û YJŞ’ê de hate ragihandin ku pirsgirêka civaka Êzidî bi esasî pirsgirêkeke siyasî ye. Pirsgirêkeke civakî ye, pê ve girêdayî pirsgirêkeke xwe ya parastinê jî heye. Ev hevdu temam dikin. Tê dîtin ku ji milê leşkerî yê entegrasyona demokratîk re heta astekê çare hatiye dîtin. Ev girîng e. Lê belê li kêleka vê divê entegrasyoneke siyasî, çandî û civakî; weke îdareyeke wê ya mehelî divê bê naskirin. Ku li ser van jî nîqaş hene. Em vê jî zanin. Hevdîtin hene, nîqaş hene. Ji ber ku Şengal xwedî hin taybetmendiyan e. Divê tenê weke navçeyekê neyê dîtin. Kesên li wê derê dimînin, civaka Êzidî xwedî taybetmendiyên baweriyê ne, yên civakî ne, çandî ne. Ji ber vê pirsgirêkeke hebûnê heye. Piştî vê fermanê hebûna xwe bi hemû hêza xwe da diyarkirin. Divê ev hebûn êdî veguhere xwevakirinê, xwedewamkirinê. Dewleta Iraqê, hikumeta niha li ser erkê ye û dixwaze gavan biavêje, paralelî vê divê vî mafê civakê jî bê naskirin. Ji bo vê dibe ku guhertina hin qanûnan jî lazim be. Çawa ku em bêjin hêza YBŞ, YJŞ bi rengekî ku di nava qanûnan de jê re cihek dîtin û karîbûn hembêz bikin, di heman demê de divê karibe van saziyên wan jî li gorî wê guhertinekê, veguhertinekê çêbikin. Îradeya civaka Êzidî bi vê dikare misoger bibe.

Dixwazim careke din bibêjim, ev gav girîng e, lê belê destpêkek e. Em li Rojhilata Navîn e. Her roj guhertinên bingehîn çêdibin. Tiştê ku îro dibe, sibe tu nizane wê çi bibe. Ez vê jî bibêjim, dibe ku pir balkêş be; di çapemeniyê de jî tê şopandin. Me di çapemeniyê de şopand û dît, roja ku merasîm hate lidarxistin di heman saetên merasîm bi dawî bû li Iraqê Serokê Îstîxbarata wan li gel 69 şêwirmendên Serokwezîr ji erk hatin girtin. Ji ber ku li Iraqê hîn tam kevir nehatiye rûniştandin. Weke tevahiya Rojhilata Navîn Iraq jî di pêvajoyeke gelekî xeternak de derbas dibe. Ji ber wê daxuyaniyeke girîng e, pêngav, hevqebûlkirin girîng e. Em van girîng dibînin û qîmetê didin wê. Lê divê kes vê ji bîr neke; jê re têkoşîn lazim e, divê bê dewamkirin. Bicihanîna vê gelekî girîng e. Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê çiyayê Şengalê bi rengekî muşterek bi hev re li gorî daxwaza civaka Êzidî ji aliyê şervanên vê civakê ve bê parastin. Ev pir girîng e. Ji ber ku çiyayê Şengalê tenê çiyayek nîne. Şengal, çiyayê Şengalê tevahiya xwe çand, dîrok, hebûn, stargeh e, bi gotina civaka me ya Êzidî hêlîna wan e, stargeha wan a xweparastinê ye. Her kes dibêje Şengal, lê belê Şengalî bi xwe dibêjin çiyayê Şengalê. Heta nebêje çiya, Şengalê bilêv nakin. Weke ku em zanin di vê lihevkirinê de hatiye gotin, li çiyayê Şengalê hemû mezargeh, silavgeh, qub, cihên pîroz -belkî balê dikişîne, ji destpêka biharê heta payîzê pîrozbahî têne çêkirin, hemû bawerî ne, çand e- divê çiyayê Şengalê nebe qada hevrikiya leşkerî. Di daxuyaniyê de jî diyar dibe ku heta astekê di vê mijarê de gihîştine lihevkirinekê. Em vê mijarê gelekî girîng dibînin. Hêzên YJŞ, YBŞ wê li ber van hemûyan bisekinin.

Civaka Êzidî civakeke welê ye ku xwedî taybetmendiyan e. Ji aliyê polîs, şirta, lêpirsînan ve heta niha 12 sal in bi xwe kiriye, divê ji niha û pê ve jî YJŞ karibe bi vê rolê rabe. Parastina vê bike. Lewma divê civaka Êzidî bi giştî lê xwedî derkeve. Hem yên li Şengalê hem yên li derveyî welat, hem yên li her deverê, welatşêx, tevahiya Êzidiyên cîhanê divê xwedî lê derkevin. Ev pêvajo divê her wiha nebe sedema sistbûnekê. Ne meseleyeke pevçûnê, lê belê divê tiştên hatine gotin û tê kirin bên şopandin, piştgirî bê dayin û hevgirtineke xwe di vir de çêbike û bimeşîne. Bi vî rengî nêzîkbûneke rast, ji xwe bawer bê kirin, ez di wê baweriyê de me ku dikarin encamên girîng bi dest bixînin. Civaka Êzidî li Şengalê xwedî ezmûnekê ye, ezmûneke baş girtiye. Hevgirtineke xwe ya baş heye. Ji niha û pê ve divê ev yek bê dewamkirin.

Civaka Êzidî ji fermanê ber bi pergala demokratîk ve diçe. Lê belê hin derdor vê entegrasyona YBŞ û YJŞ’ê weke teslîmbûnê pênase dikin. Divê bersiveke çawa ji vê çewtiyê re bê dayin? Ji ber ku di mijarê de qedera gelekî heye, çandekê, baweriyekê heye?

Pirseke girîng e. Li cihê ku em lê ne, ne her kes neşopand, ne serwext in bê kê çi gotiye. Lê belê bi qasî ku me şopand, dikarim hin tiştan bibêjim ku girîng dibînim. Di têkoşîna azadiya gelê de jî bi taybetî di vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk de her tim li Kurdistanê û derveyî wê, bi taybetî li Kurdistanê hinek derdorên sondxwarî yên dijminatiyê li Rêber Apo û têkoşîna azadiyê dikin hene. Mixabin heman tişt ji bo civaka Êzidî jî derbas dibe. Hinek kes di vî warî de ji bo ev civak rûyê wê nekene, manewiyata wê bi pêş nekeve, layiqî hin pêngava nayê dîtin, dixwazin her tim reş bikin, reşbînî bikin. Li gorî xwe gotinên çewt li ser bibêjin. Ev nêzîkbûn nêzîkbûneke desthilatdar e, faşîzan e, nijadperest e. Mînak, hin derdor bi qasî ku me şopand vê dibêje. Du tiştan didin pêş. Yek; Êzidî Kurd in an ne Kurd in. Du; çima bi Kurdan re entegre çênekirin çima bi Iraqê re çêkirin. Ev ne pirsgirêka civaka Êzidî ye. Yên ku van pirsan dikin, divê ji xwe bikin. Divê ji xwe bipirsin. Mînak, eger civaka Êzidî 74 caran bi qirkirinan re rû bi rû maye û ji milyonan nifûsekê hatiye weke kulmekê, hejmara destekî maye, gelo berpirsyariya van derdoran tê de nîne? Divê destpêkê vê pirsê ji xwe bikin. Mijara Êzidî Kurd in, ne Kurd in, ber bi ku ve diçin, tam weke provokasyonekê ye, manîpulasyon e, berevajîkirina rojevê ye. Ji bo ev entegrasyon nekeve rojevê, ji bo nêzîkatiyeke rast neyê kirin, dixwazin vê bi rengekî cuda di bin siya wê de bihêlin. Kesên ku vê dikin bêguman ne tenê kes in, ji hêla navendekê ve têne erkdarkirin, meşandin. Navendek bi pereyan malperan çêdike û wan dixe nava êrişekê, dihêlin ku êriş bike. Ez dixwazim vê bibêjim. Li vê derê ez ê nekevim vê mijarê ku Êzidî Kurd in an ne Kurd in. Eger dixwazin nêzîkbûneke bi vî rengî li ser Êzidiyan ferz bikin, yên ku gumana xwe heye ku Êzidî Kurd in an ne Kurd in, bila ew biçin xwe zelal bikin. Bila ew lêkolînên xwe bikin, ew xwe zelal bikin; Êzidî çawa ne, ji ku hatine, çima ewqasî bi êrişan re rû bi rû mane. Ya din; çima bi aliyê din re entegrasyon çênekirin? Fermandarê YBŞ’ê Birêz Tîrêj Şengalî di bernameyeke Nûçe TV de li ser heman pirsê axivî. Heman pirs ji wî jî hatibû kirin. Bi dîtina min girîng bû. Wan çi bersiv daye, ew girîng e. Mînak di bersiva xwe de gotibû, pêşmerge li vir nebû ku em pê re bikin. Pêşmerge ji 2017’an ji Teleferê heta Kerkûk, Xaneqînê nîne. Ji 2003’an ve rejîmeke nû hate ser Iraqê, rejîma faşîst a Saddam Huseyîn têk çû. Lê belê dîsa jî Şengal di bin navê xala 140’î de di navberê de ma. Ne Iraq tam pê re mijûl bû ne Herêma Kurdistanê. Yê di navbera herduyan de bêstatu ma, bêrêveberiyê ma Şengal bû ku heta ferman lê rabû. Sedema wê jî nakokiyên nava wan bû. Ji ber vê civaka Êzidî ne mecbûr e bi vî re yan jî bi wî re. Ev jî nêzîkbûneke ne di cihê xwe de ye. Herêma Kurdistanê jî di nava vê xakê de herêmeke federal e, bêguman ew jî di nava Iraqê de li gorî qanûn û destûra bingehîn a Iraqê ye. Civaka Êzidî jî li gorî qanûnên Iraqê, li gorî destûra bingehîn a Iraqê entegrasyona xwe ya leşkerî pêk tîne. Di vir de jî neheqiyekê dikin. Yên ku van tiştan dibêjin hinekî zêdegaviyê dikin. Yê vê dikin di bin navê Kurdperestiyê de dikin. Di aqlê wan de Kurdbûn nîne. Çawa hinek eleqeya xwe bi azadî, demokrasiyê re nîne vê pêvajoyê manîpule dikin, heman tiştî di vê pêvajoyê de jî dikin. Li ku derê wijdan û demir heye, rêveberiyek tevgera azadiyê ya jinên Şengalê, bi dîmenekî tevlî bernameya televîzyonekê dibe, bi gotina ‘ev kî ne’ êrişî wan dikin. Û vê jî li hemû dinyayê belav dikin û îdîa dikin ku gotine ‘Em ne Kurd in’. Xwe çawa pênase dike bila pênase bike, tu çima dest lê werdide? Wekî din, çi mafê te heye ku tu wisa êriş dike? Dîmenê çawa anîne pêş çavên me? Ez dixwazim vê bibêjim; dîmenê ku heta niha hinek çapemeniya şerê taybet li Bakurê Kurdistanê bi salan ku heta roja îro tîne ser ekranê û ji bo Kurdên rêxistinkirî digotin ‘Hûn PKK ne, ne PKK ne’. Niha jî hûn filan in, ne bêvan in. Nêzîkatiyeke bi vî rengî zêdegavî ye. Divê her kes hedê xwe zanibe. Civaka Êzidî civakek xwedî nirx e, xwedî rûmet e. Êzidî hebûna Kurdên azad e, Êzidî havênê wê ye. Kes nikare vê bi cihekî ve bikişîne. Lê mafê kesî jî tine ye ku bibêje tu divê weke min, tu ev be. Civaka Êzidî xwe çawa pênase bike wê xwe bi wî rengî pênase bike. Ev divê bi vî rengî be. Divê civaka me jî ji van hevrikiyên partiyên siyasî bi neyînî bandor nebe. Bi taybetî hinek kesên ku xwe Êzidî pênase dikin divê li xwe vegerin, neyên van lîstikan. Divê li dora vê peymanê cihê xwe bigirin, tevlî bibin, yekîtiya xwe ava bikin û xwe mezin bikin. Ew zimanê ku nijadperestiyê dike nikare Kurdîniyê nîşanî mirovan bide. Divê her kes li gorî hedê xwe tevbigere. Gotinek heye, dibêje ‘Ne jor ne jî jêr’.

Tam di vê mijarê de dixwazim peyama we bigirim. Yek, divê civaka Êzidî çawa xwe ji van êrişan biparêze.  Ya duyemîn jî ji bo bigihêje armancên xwe divê yekîtiyeke çawa ava bikin?

Bi esasî ev e; civaka Êzidî li tevahiya Kurdistanê dimîne, li derveyî welat li Ermenistanê, Kazakistanê, Rûsya heta hemû welatên Ewropayê heta astekê civaka Êzidî di encama koçberî, qirkirin û fermanê de belav bûne. Ji ber vê hem yên li derveyî welat hem jî yên li welat ji her demê bêhtir pêngaveke dîrokî li ber wan e. Derfetên pir girîng hatine avakirin. Di vir de divê yekîtiya xwe çêbikin. Dibe ku nêrînên xwe yên siyasî ji hev cuda bin, ew jî mafekî demokratîk e. Em rêzê jê re digirin, kîjan partî dibe bila bibe. Li Kurdistanê bi dehan partiyên siyasî hene, civaka Êzidî jî di nav de ne. Li Bakurê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê, li derveyî welat jî bi vî rengî ye. Li Rojavayê Kurdistanê wisa ye. Di nava partiyên siyasî û saziyên cuda de cihê xwe digirin û weke xwe saziyên wan jî hene. Dibe ku nêrînên wan ên siyasî ji hev cuda bin. Lê belê weke nasnameya civaka Êzidî, weke Êzidîxan, weke hebûna xwe, divê ev maf wan hemûyan li dora hev kom bike. Yekî ku vê red bike û neyê ser vê yekê divê mirov jê gumanan bike. Ew mafên civaka Êzidî bi heqîqet çiqasî diparêze? Ez di wê baweriyê de me, bi qasî agahiyên em digirin jî li Şengalê, li Êzidîxanê niha hevgirtinek heye. Heta astekê gav jî tên avêtin. Di vî warî de dixwazin hevgirtina xwe bi pêş ve jî bibin. Bi taybetî ji bo karibin rêveberiyeke mehelî ya azad û demokratîk ava bikin yekîtiyeke xurt ji wan re lazim e. Siyaseta vê divê hevbeş bê kirin, parastina wê divê hevbeş bê kirin. Hem jî ji aliyê giştî ve divê xwedîderketinek jê re hebe. Çi kete ser milê her kesî divê di nava vê pêvajoyê de di nava danûstandinekê de be û xwedî lê derkeve. Em vê gelekî girîng dibînin. Banga min jî ji bo vê munasebetê ji bo tevahiya civaka me ev e. Li hemû qadan, bi taybetî li welatşêx. Laleşa Nûranî li Welatşêx e, cihê pîroz e. Meha Cotmehê meha hecê bû, ya pîroziyê bû. Lê belê Êzidiyên li Şengalê nikarin biçin, jê bêpar in. Çima wisa? Çima bi milyonan, ji hemû miletan; Tirkên Misilman jî hene, Kurdên Misilman jî hene, Erebên wê jî hene hemû dikarin biçin Mekkeyê heca xwe pêk bînin, pîroziyên xwe pêk bîne, çima civaka Êzidî ji çiyayê Şengalê ku bi saetekê, saet û nîvekê jê dûr e heta niha nikare biçe wê derê? Sedemên vê çi ne? Bila hinekî li ser vê bisekinin. Ji ber vê divê destpêkê Binemala Mîra, Bavê Şêx, hemû dunav vê pêngava li Şengalê ji bo xwe weke azadiya xwe, weke rizgarkirina xwe bibînin. Ne ji hêzên parastina Şengalê bûya Laleş jî diket. Di dema fermanê de, em naxwazin zêde bikevin nava wan çîrokan, hêzên tevgera azadiya Kurdistanê, gerîlayên azadiyê, ji çiyayê Garê, ji çiyayên Kurdistanê çûn ber Laleşê. Yanî parastina Laleşê jî bi hebûna civaka Êzidî ve girêdayî ye. Divê dîmenê dualî ji holê rabe. Ji bo wê ev yekîtiya nava civaka Êzidî hem li Kurdistanê hem li derveyî welat, çi dikeve ser milê kê divê pêk bîne û xwe beşdar bike. Banga min ji bo hemûyan e; li vê pêngavê xwedî derkevin, çi nakokiyên nava xwe bidin aliyekî. Bi vê pêvajoyê re birînên Şengalê bêne pêçandin. Şengal bi vê pêngavê dikare mafê xwe pêk bîne, mezin bike. Baweriya min bi gelê me heye, xwedî hafizayekê ye. Bi dehê salan e, li gel hemû nakokiyan karîbû vê hebûna xwe biparêze. Dikare vê pêvajoyê bi rengekî azad û wekhev bimeşîne.

Bi heman rengî li Rojavayê Kurdistanê jî pêvajoyeke entegrasyonê heye. Hûn vê pêvajoyê çawa şîrove dikin? Di heman demê de gelek êriş hene, di gelek mijaran de. Di warê ziman de, li ser gel, li koçberan êriş hene. Hûn ji bo Rojavayê Kurdistanê dixwazin çi bibêjin?

Ez van êrişên nijadperest ên tundrew ên li ser gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê weke provokasyonê û manîpulekirina pêvajoyê dinirxînim. Yên ku van dikin, ez wan şermezar dikim. Heman zîhniyet e, yanî li ser Rojavayê Kurdistanê jî bi taybetî keda ji 2011’an ve li Rojavayê Kurdistanê hate dayin, ku bi berdêlên mezin hate bidestxistin, niha pêvajoyeke lihevhatinê û entegrasyoneke demokratîk, pêvajoyeke nû heye. Ji bo ev pêvajo bi rêk û pêk bê meşandin, di destpêkê de hikumeta demkî, hikumeta Şamê divê ev gelê me yê vedigere ser cih û warê xwe şert û mercên guncaw dabîn bikin, amade bikin, ewlekariya vê civakê di nava koordîneyê de bi hêzên ewlekariya Rojavayê Kurdistanê divê pêşî li êrişan bê girtin. Ev êdî ji bûyerên munferît derketiye, ne bûyereke êdî pêvajoyek e. Pêvajoyeke bi plan û çêkirî tê kirin. Lîstikek heye. Zîhniyeta tê nîşandan ew e ku naxwaze Kurd bibe xwedî mafên xwe. Ji xwe êrişa destpêkê ji aliyê qanûnî ve li ser ziman û çanda Kurd hate kirin. Niha li ser vê têkoşînek tê dayin. Vê carê jî her kesên vedigerin ser cih û warê xwe, di serî de li Efrînê, li Kobanê ev pêk anîn, li Hesekê çend car in çêdike. Herî dawî jî li Serêkaniyê û Girê Spî. Dîmenê ku derdikeve dîmenê faşîzan e ye, dîmenê nijadperestiyê ye, yê mejiyê DAÎŞ’ê ye. Dixwazin tola DAÎŞ’ê rakin. Divê tavilê pêşî li vê bê girtin û li ser van bê rawestandin. Di vî warî de yê ku pêşî lê bigire û nehêle gelê me mexdûr bibe rêveberiya Rojavayê Kurdistanê, îradeya wê ya siyasî û hêza wê ya parastinê li wê derê heye. Ji xwe hêza ku hatiye entegrekirin hêza parastina vê civakê ye. Eger ev hêz ewlekariya civaka xwe pêk nîne, wê civakê bi cih neke û ewle neke, bêguman wê pêvajoyeke hîn xeternak rû bide. Lewma divê bi her awayî pêşî li van bê girtin û civaka me li tevahiya Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê li dijî van bi her awayî helwestê nîşan bide û nehêle mexdûr bibe. Divê hemû çeteyên li ser xaka gelê me ne bêne derxistin û tavilê bêne şandin, cihê jê hatine bişînin wê derê. Gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Rojavayê Kurdistanê divê têkoşîna xwe di vî warî de hîn mezin bike. Careke din nehêlin ev dîmen derkeve holê. Û gelê me ne gelekî bêçare be. Dîmenê li Girê Spî derketin, wê felaketek bi xwe re bianiya. Mexdûriyeteke pir mezin da afirandin. Divê li ser vê bê rawestandin û civaka me li wir bê parastin. Em vê girîng dibînin. Madem hemwelatiyên wî welatî ne, madem wê bi hev re li wê derê be, entegreyî wê dewletê bûye, divê ew dewlet jî li gorî vê tevbigere, serweriya xwe bi bûyerên munferît nede diyarkirin û îradeya wê civakê bi vî rengî netepisîne. Divê gelê me li her derê li hemberî van bisekine û têkoşîna xwe dewam bike. Dema ku entegrasyona demokratîk pêk tê, ev nayê wê wateyê ku têkoşîn tê rawestandin. Têkoşîna wê, xweparastina wê hîn zêdetir di dewrê de ye. Li hemberî hemû êrişan parastin mafê xwe yê rewa û esasî ye. Ez gelê me yê Rojavayê Kurdistanê silav dikim. Çend roj in gel li ser piyan e, tiştê dikeve ser mile gel pêk tîne, divê hemû sazî û dezgehên wê jî bi vî rabin û her kes erkê xwe pêk bîne. Eger pêşî li van neyê girtin, wê xeteriyê mezin bi xwe re ava bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 30’Ê COTMEHA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bi rojeva Sûriyeyê li Tirkiyeyê ye

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula Von Der Leyen têkildarî rewşa Sûriyeyê çû Tirkiyeyê. Seroka Komîsyona…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 5’Ê HEZÎRANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Deryaya Egeyê keştiya koçberan noqî avê bû

Li Deryaya Egeyê keştiyeke koçberan noqî avê bû. Herî kêm du kes ku yek ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 30’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kamûran Reşîd: Polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehan êrîşa li ser rûmetê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Girtin û zextên rejîma Îranê berdewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Elmanya balyozxaneya xwe ya li Şamê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?