În, 30 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Lêkolîn: Aktîvîteyên fîzîkî ji mêran behtir bi kêrî jinan tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê malbatên girtiyan banga tehliyeyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    14 girtiyên Kurd rû bi rûyê xeteriya darvekirinê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren Keskîn xwest, têkildarî bombekirina Ozgur Ulkeyê lêpirsîn li Sarigul bê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Elewî divê bibin kirdeyê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahîncîoglû: Zext û astengî ji bo çapemeniya serbixwe hişyarî ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Girtin û zextên rejîma Îranê berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûrat Karayilan ji malbatên şehîdan ên Şengalê re peyamek şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Di şexsê hevala Bêrîtan de em bûn xwedî nasnameya jin a berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Stenbolê Roja Kobanê ya Cîhanê: ‘Parastina Kobanê, parastina mirovahiyê ye’
Rojane

Li Stenbolê Roja Kobanê ya Cîhanê: ‘Parastina Kobanê, parastina mirovahiyê ye’

TJA, DEM Partî û HDK derbarê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de li pêşiya Balyozxaneya Sûriyeyê ya Stenbolê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de berwedana Kobanê hat silavkirin û banga mîsogerkirina destketiyên Rojava hat kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li pêşiya Balyozxaneya Sûriyeyê ya navçeya Şîşlî ya Stenbolê daxuyanî dan. Endam û rêveberên partiyên siyasî û civakî, Dayikên Aştiyê û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em şoreşa jinan a enternasyonel silav dikin” hate vekirin. Dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê’ û ‘Kobanê ya me ye, rûmeta me ye” hat berzkirin.

Daxuyaniya bi zaravaya Kurdî Kurmancî ji hêla rêveberê DBP’ê ya Marmarayê Mevlûd Aykoç ve hat xwendin.

Mevlûd Aykoç anî ziman ku 1’ê Mijdarê, ew roj e ku gelan li hemberî tarîtiyeke bêdawî li ber xwe daye û îradeya xwe ya jiyînê nîşan daye û wiha got: “DAIŞa ku dijminê komên baweriyên cuda, nasname û çandan, îradeya jiyana hevpar a gelan û jinan e, di 15ê Îlona 2014an de bajarê Kobanê dorpêç kiribû û ji bo ku destkeftiyên Şoreşa Rojava ji holê rake, dest bi êrîşê kiribû. Beriya 12 salan li hemberî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê, di serî de gelê Kurd, Ereb, Ermenî, Êzidî û berxwedêrên enternasyonalîst ên ku ji çar aliyên cîhanê hatibûn Kobanê radestî tarîtiyê nekirin. Di encama berxwedan û têkoşîneke destanî de axa xwe radest nekir û ew azad kir. Çeteyên DAÎŞ’ê yên ku dixwestin şoreşa gelan bitefînin, berovajî tiştê ku plan kiribûn, rastî berxwedaneke dîrokî ya 134 rojan hatin û rastî têkçûneke mezin hatin. Şoreşgerên enternasyonal, sosyalîst û femînîstên ku ji Emerîkaya Latîn, Asya û Ewropayê, ji çar aliyên cîhanê tev li berxwedanê bûbûn, ji bo ku di Şoreşa Rojava de piştgiriyê bidin avakirina modela civaka nû ya demokratîk, ekolojîk û ya ku xwe dispêre azadiya jinê, tev li berxwedanê bûn. Îro ev berxwedan bûye semboleke ku hem hêza piştgiriya navneteweyî û hem jî ya piştevaniya enternasyonal nîşan dide.”

Mevlûd Aykoç destnîşan kir ku 1’ê Mijdarê, bi banga hevpar a akademîsyenan, parêzvanên mafên mirovan, nivîskarên xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê û rêxistinên civaka sivîl wekî “Roja Kobanê ya Cîhanê” hat ragihandin û wiha pêde çû: “1’ê Mijdarê semboleke cîhanî ye ku ruhê azadiya gelan, aştiyê û piştevaniyê dide jiyandin. Roja Kobanê ya Cîhanê, li gel bibîranîna berxwedana destanî, sembola cîhanî ya mafên mirovan, aştî, azadî û piştevaniyê ye. Dema ku li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Kobanê hemû gelên cîhanê dengê xwe bilind dikin, îradeyên pêşeng ên siyaseta demokratîk ên ku xwedî li vê berxwedanê derketine, hîn jî di girtîgehan de dîl tên girtin. Parastina Kobanê, helwesta li dijî sûcên ku li hemberî mirovahiyê tên kirin sekinîn e. Parastina Kobanê, li dijî polîtîkayên yekperest, zayendperest, mezhebperest û mîlîtarîst, parastina jiyana hevpar a cudahiyan e. Ji ber vê sedemê, ji ber ku wan berxwedana Kobanê parastiye, di serî de Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ên ku îro di girtîgehan de dîl tên girtin, divê hemû girtiyên doza Kobanê bên berdan û pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin.”

Her wiha Mevlûd Aykoç diyar kir ku Kobanê ne tenê cihekî wisa ye ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî wir kirine û gelên wê xwe parastiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo gelên ku di bin zilma netew-dewletan de tên çewisandin, deriyek hat vekirin. Ev fikir, bawerî û bersiv hîn jî rêya têkoşîna me ronî dike. Di pêvajoya entegrasyona siyasî, leşkerî û îdarî de hevdîtinên ku ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava tên kirin, berdewam dikin. Guhertina nêzîkatiya siyasî ya ku hebûn û nasnameya Kurdan tune dihesibîne, qebûlkirina statuya wan a siyasî, çandî û civakî wekî yek ji gelên damezrîner ên Sûriyeyê, misogerkirina mafên wan ên zimanî û çandî, naskirina mafê wan ê xwedîbûna mekanîzmayên xweparastinê û qebûlkirina rêveberiyên herêmî, ji pêdiviyên pêvajoya entegrasyona demokratîk in. Sûriyeyeke demokratîk tê wateya Rojhilata Navîn a demokratîk. Tê wateya jiyana hevpar û azad a hemû gel, bawerî, nasname û çandan.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Lêkolîn: Aktîvîteyên fîzîkî ji mêran behtir bi kêrî jinan tê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tayînkirina kujerê Hevrîn Xelef li sê bajaran hat şermezarkirin

Biryara desthilata Şamê ya tayînkirina çeteyê kujerê Hevrîn Xelef wek fermandar, li Hesekê, Heleb û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dîlokê cezakirina siyasetmedaran hate şermezarkirin

Li Dîlokê cezayê 339 sal û 7 meh a girtîgehê yê li 62 endam û…

Ji aliyê Stêrk TV

KBDH: Em 8’ê Adarê berxwedana jinê mezin bikin

Konseya Giştî ya KBDH’ê, bi wesîleyê 8’ê Adarê li dijî dagirkerî û serdestiya mêr banga…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Lêkolîn: Aktîvîteyên fîzîkî ji mêran behtir bi kêrî jinan tê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Edeneyê malbatên girtiyan banga tehliyeyê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

14 girtiyên Kurd rû bi rûyê xeteriya darvekirinê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Eren Keskîn xwest, têkildarî bombekirina Ozgur Ulkeyê lêpirsîn li Sarigul bê vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?