Pêkanînên binçavkirin, girtin û cezakirinê yên rejîma Îranê yên li hemberî Kurdan bênavber berdewam dikin. Li gorî agahiyên Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN), daxwaza tedawiyê ya girtiyê Kurd ê nexweşê diyabetê Fehîm Ebadî yê ku li Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyeyê tê ragirtin hat redkirin û gihîştina wî ya ji bo tedawiyê hat astengkirin.
Derbarê Ebadî yê ku du sal berê li Ûrmiyeyê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû binçavkirin û bi îdiaya “Endamtiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)” 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Piştre ceza daxistin 45 mehan.
BÊYÎ BIRYARA GIRTINÊ HAT BINÇAVKIRIN
Mihemed Riza yê li herêma Melekşah a herêma Îlamê dijî, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat binçavkirin û wî birin cihekî nediyar.
Li gorî agahiyên KHRN’ê, Mihemed Riza di 29’ê Cotmehê danê sibê de bêyî ku tu biryareke girtinê nîşan bidin, li malê hat binçavkirin. Derbarê hinceta binçavkirina Riza de agahî nehat bidestxistin.
ÇALAKVANÊ ÇANDÊ HAT GIRTIN
Çalakvanê çandê yê Kurd û xwendekarê doktorayê yê beşa felsefeyê yê Zanîngeha Tebrîzê Metîn Feremerzpûr jî bi îdiaya “Propagandaya li dijî dewletê” ji aliyê hêzên rejîmê ve hat binçavkirin û wî birin Girtîgeha Mehabadê.
Li gorî KHRN’ê, Feremerzpûr di 8’ê Tîrmehê de li Parka Şêx Şeltût a Mehabadê bi bi lêdanê hatibû binçavkirin. Feremerzpûr ê ku piştre serbest hatibû berdan, ji bo îfadeyê careke din bangî kirin û dîsa hat binçavkirin.
CEZA LI DU GIRTIYÊN SIYASÎ HAT BIRÎN
KHRN’ê ragihand ku derbarê girtiyên siyasî yên Kurd Mîlad Nasirîran û Afşîn Ezîzî yên ku veguhestine Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyeyê, cezayê girtîgehê li wan hatine birîn. Derbarê Nasirîran de 11 meh, ji bo Ezîzî jî 3 sal ceza hatiye birîn.
Hat diyarkirin ku Mîlad Nasirîran 3 meh berê li Îlamê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin û çend roj berê ew veguhestin Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyeyê.

