Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez (Dilzar Rêber Andok) ya ku di 31’ê cotmeha 2025’an de li Qendîlê şehîd bû, di yekemîn salvegera şehadeta xwe de li eywanek taybet a navçeya Rezan a Amedê hate bîranîn. Li gel malbata Rojbîn Sonmez, rêveberên MEBYA-DER’ê ya Amedê, endamên partiyên siyasî û saziyên civakî, gelek welatî tevlî bîranînê bûn. Di eywanê de wêneyê Rêber Apo û Rojbîn Sonmez li ser maseyê hat danîn û pankarta, “Her mîlîtanek dibe dîrokek” hat daliqandin. Bername bi xwendina duayan û mewlûdê destpê kir. Piştre ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê deqeyek rêz hate girtin û sirûda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin. Dema sirûd xelas bû girseyê dirûşma “Şehîd Namirin” berz kir.
Piştî rêzgirtinê li ser navê malbatê birayê Rojbîn Sonmez, Murat Sonmez diyar kir ku xwedîderketina li mîrasa şehîdên Tevgera Azadiyê li pey xwe hiştine û bedelên ku dane, rûmeta herî mezin e û ev tişt gotin: “Em bi şehadeta wan serbilind in, li ber bîranînên wan bi hurmet bejna xwe ditewînin, valahiya ku wan li pey xwe hiştiye bi hesret û nirxên ku wan afirandine jî bi minetdariyeke bêdawî bi bîr tînin. Heta ku em paşerojeke azad û birûmet a ku wan xeyal dikir ava bikin, em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin. Me ji bîr nekiriye, em ê nedin jibîrkirin; em ê bîranînên wan di têkoşîna xwe de bidin jiyandin.”
Piştî Murat Sonmez Rêvebera MEBYA-DER’ê ya Amedê Menîce Yenî bal kişand Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ev tişt gotin: “Xweziya em îro ne ji bo bîranînan, ji bo şahiyê bihatana cem hev. Dema em berê xwe didin kuderê nav û dengê şehîdan li wir me pêşwazî dike, îro saya wan cangoriyan em hişyar bûne û ji bo wan em ê dest bidin destê Rêberê Gelê Kurd û vê pêvajoyê bi ser bixin.”
Piştî axaftinan bernameya bîranîna Rojbîn Sonmez bi pêşandana sînevîzyonê bi dawî bû.

