Di 72 saetên borî de li Sûriyeyê baraneke gur bariya, ji ber vê yekê li hin herêman av kom bû û lehî rabûn. Li gorî bîlançoyên Tîmên Parastina Sivîl a Sûriyeyê ya Wezareta Rewşên Awarte û Rêveberiya Karesetan, qurbanî û zirarên mezin çêbûn.
Di 72 saetên borî de li parêzehên Heleb, Reqa, Dêrazorê, Hesekê, Hema, Hums, Laziqiyê, Tertûs û Derayê tîmên parastina sivîl destwerdana 600 bûyeran kiriye.
Di encama lehiyan de 7 kesan jiyana xwe ji dest da ku ji wan 5 zarok in, li aliyeke din mêrek di encama qezayeke trafîkê û mêrekî dîtir bi avê de çû û jiyana xwe ji dest da.
REWŞA RÊYÊN SEREKE YÊN SÛRIYEYÊ
Li parêzgehên Reqa, Dêrazor û rojhilatê Humsê, ji ber zirarên barîna zêde ya baranê bandor li tevgera çûn û hatinê bû, hinek rê jî qut bûne.
Şeva borî (30 Cotmeh) rêya Dêrazor-Şamê hat vekirin, rêya Dêrazor û Reqayê jî ji bo seyareyên biçûk hat vekirin, lê hîn li hin cihan di rêyan de bandora baranê heye.
Rêya navneteweyî ya di navbera Reqa û Helebê de li pêşberî seyareyên biçûk hatiye vekirin, piştî hilweşîna pira El Selemanî ya rojavayê Tebqayê heta niha nayê zanîn ka kamyon dikarin tev bigerin an na.
REWŞA PIRAN
Ji ber baranê 7 pir, pirên biçûk û rêyên axî ji xizmetê derketin, rêyên biçûk jî zirar dîtin.
Li aliyeke din ji ber haceta zêde ya bi awayekî bilez hinek rê wekî rêya Reqa-Medan, rêya Xan El Zehra hatin vekirin.

