Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, çalakiya xwe ya ji bo girtiyên nexweş ku du hefteyan carekê li ber SumerBank a Kevn a Konakê lidar dixin, domand. Di daxuyaniyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne nebe şirîkê sûc” hat vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandina ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Îrfan Yildirim ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Kiriklarê tê girtin. Daxuyanî li ser navê girseyê ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD a Îzmîrê Parêzer Zîlan Gumuş ve hat xwendin. Zîlan Gumuş diyar kir ku Îrfan Yildirim zêdetirî 14 salan e di hucreya yek kesî de tê girtin û şert û mercên tecrîda demdirêj û zêdetirî 33 salan girtîbûnê di tenduristiya wî de zirarên giran û daîmî çêkirine. Zîlan Gumuş bang kir ku demildest hemû girtiyên nexweş bên berdan.
Li Enqereyê ji bo girtiyê nexweş Zerdeşt Oduncu yê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Boluyê tê ragirtin û li STenbolê jî ji bo girtiyê nexweş Hasan Ruzgar ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, banga berdanê hate kirin.

