Dayikên Aştiyê di çarçoveya çalakiya du rojan de ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ber bi Enqereyê ve bi rê ketin. Dayik li Wan û Amedê gihîştin hev û bi rê ketin.
Dayikên Aştiyê yên ji Tetwan û Colemêrgê hatin, bi koma li Wanê re gihîştin hev û li Parka Mûsa Anter li hev civiyan. Dayik bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, Jiyan, Azadî, azad bike Rêbertî” bi rê ketin.
Dayikên li Sêrt û Êlihê jî bi dayikên li Amedê re li Parka Koşûyolû li ber Peykerê Mafên Mirovan gihîştin hev. Bi navê dayikan Afîfe Kartal daxuyaniyeke kurt da.
Afîfe Kartal ji bo serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk banga bilindkirina têkoşînê kir û got, “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zarokên me yên li girtîgehan em diçin Enqereyê. Em naxwazin li Îmraliyê bimînin. Ji bo azadiya wî ya fîzîkî em ê têbikoşin. Ji bo vekirina deriyên Îmraliyê û pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em diçin. Weke Kurd em mafên xwe dixwazin. Bila dewlet di vê mijarê de gavê biavêje. Ji bo serketina pêvajoyê em dixwazin vegera zarokên me bi rengekî ewle be û girtîgeh bêne valakirin. Ji bo vê jî em ê têkoşînê bilind bikin û vê yekê ji Enqereyê re ragihînin ku muxatab e.”
Dayik piştre bi çepik, dirûşm û tilîliyan bi rê ketin.

