Serokdewletê Bolivyayê Rodrigo Paz eşkere kir ku di çarçoveya têkoşîna bi bûyera avhewayê ya giran a bi navê ‘Super El Niño’ li welêt rewşa awarte hatiye ragihandin. Di çarçoveya biryarê de wê çavkaniyeke hîn zêdetir ji herêmên krîtîk re bê dayin ku afet bandorê li wan dike û tîmên rizgarkirinê bêne seferberkirin.
Paz di axaftina xwe ya ji bo neteweyê de anî ziman ku ji bo parastina hawirdorê û kêmkirina bandora bûyerên avhewayê ew kar dikin û destnîşan kir ku divê hemû sazî hevkariyê bikin.
Li gorî rapora dawî ya Wezareta Parastina Sivîl a Bolivyayê ku vê hefteyê weşand, li şeş ji 9 herêmên îdarî yên welêt, zêdeyî 78 hezar malbat ketin bin bandora ziwatiyê. Ji ber ziwatiyê zêdeyî 75 hezar heywan jÎ mirin.
Paz diyar kir ku bûyera avhewayê dibe ku hem ji aliyê ziwatiyê hem jî ji aliyê lehiyê ve encamên giran bi xwe re bîne û got, divê sazî hemû bi hev re tevbigerin.
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku bûyera El Niño ya heyî dibe ku bibe ya herî giran a 40 salên dawî.
El Niño bûyereke avhewayê ye ku bi giranî li Okyanûsa Pasîfîkê bi rengekî xwezayî rû dide û her du salan an jî heft salan carekê dubare dibe. Ev bûyera ku bi germbûna ava li aliyê navîn û rojhilat ê Pasîfîkê rû dide, çend mehan li seranserê cîhanê bi rengê ba, zexta atmosferê û guherîna di baranê de xwe nîşan dide. Ev guherîn li hin herêman ziwatî û germa zêde, li hin herêman jî baran û lehiyê bi xwe re tîne.

