Bi boneya 10’emîn salvegera operasyona 4’ê Mijdara 2026’an a li dijî HDP’iyan ji bo Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a ku li Girtîgeha Kocaeliyê tê girtin li ber Girtîgeha Kandirayê daxuyanî hat dayîn.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakir û şandeya pê re serdana Fîgen Yuksekdag kir û piştre li ber girtîgehê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo aştî û demokrasiyê azadî bo girtiyên siyasî” hate vekirin û banga berdana girtiyên siyasî hat kirin.
Tuncer Bakirhan li pêşiya Girtîgeha Kandirayê axivî û daxuyanî da. Tuncer Bakirhan bi bîr xist ku îro salvegera 4ê Mijdarê ye û ev roj di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de rojeke reş û birîneke kûr e û wiha axivî: “Berî 10 salan, di 4ê Mijdara 2016an de, bi rakirina parêzbendiyan û girtina hevalên me Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 10 parlamenterên me, darbeyeke siyasî li dijî demokrasiyê hate kirin. Ev birîna ku 10 sal berê hate vekirin, bi demê re mezin bû û hemû Tirkiye xist bin bandora xwe. Îro ne tenê siyasetmedarên Kurd û DEM Partiyî, lêbelê bi hezaran kesên ku fikrên xwe tînin ziman, rexne dikin û muxalefetê dikin ji Girtîgeha Kandirayê bigire heta hemû girtîgehên welêt bi neheqî di girtinê de ne. Di nava van 10 salên borî de hiqûq hat rawestandin û di warê edaletê de qelsiyek mezin çêbû. Niha li pêşiya me du rê hene: Em ê bitirs û tirsên borî bi rêbaza bêhiqûqiyê bidomînin, an jî em ê birînên borî bi hiqûqeke demokratîk derman bikin. Em aştiyeke ku tê de birînên borî bên dermankirin dixwazin. Pêvajoya aştiyê ji bo dermankirina van birînan e. Niha divê gavên yekalî yên dîrokî bersivekê bibînin.
Di vê serdema ku em hewl didin serdema şer biqedînin. Divê pêşî hevserokên me Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî yên wekî Can Atalay, Selçuk Kozagaçli, girtiyên Geziyê û Kobaniyê demildest werin berdan. Ev ne lutif e; ev deynê dewletê yê li hemberî hiqûqê ye. Divê biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û DMMEyê bê şert û merc bên cîbicîkirin û qeyûmên ku li şûna îradeya gel hatine danîn werin rakirin. Di heman demê de, divê rê li ber darizandina bêgirtî ya şaredar û rêveberên bajêr jî vebe. Bêyî azadiya raman, çalakî û rêxistinbûnê, em nikarin aştiyê qezenc bikin û demokrasiyê ava bikin. Ji ber wê em bi dengekî bilind dibêjin: Azadî ji bo hemû girtiyên siyasî!”

