Li Pîranşarê hêzên rejîma Îranê di 2’yê Mijdarê de bi ser malan de girtin. Hat zanîn ku Sedîq Ebûbekirî û Mûrad Hasil Ebûbekirî bêy biryara binçavkirinê nîşan bidin wan binçav kirin û birine cihekî nepenî.
Li gorî agahiyên ku Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ragihand Sedîq Ebûbekirî ku di klûbeke werzişê de rahêneriyê dike, di serdegirtina malê de hatiye binçavkirin.
Hêzên rejîmê di heman rojê de bi ser mala Mûrad Hasil Ebûbekirî de jî girtin û wî binçav kirin.
Hate hînbûn ku ji dema binçavkirinê de nehiştine ku her du kes bi parêzerên xwe rehevdîtinç bikin û bi malbatên xwe re têkiliyê deynin. Nayê zanîn ku bê herdu Kurd bi ku derê de birine û derbarê tenduristiya wan de agahî nehatin bidestxistin.

