Duh pev piştî cenazeyê jineke temen 50 salî li mala xwe ya navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê hate dîtin û şûnde, hêzên ewlekariyê dest bi lêkolînê kirin.
Hate ragihandin ku ev jin tenê ye.
Çavkaniyeke bijîşkî ji Rojnewsê re ragihand ku hê jî rapora saziya tiba edlî nehatiye eşkerekirin.
Li gorî daneyên Rojnewsê di nava 10 mehan de li Başûrê Kurdistanê 58 jin bûne qurbanî û 29 jî hatine qetilkirin û 29 jî birengekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

