Di KJAR’ê de hate ragihandin ku hêzên Îranê endamên wan Zehra Pîrdehqan (32 salî û xelkê Çaldiranê) di 25’ê Hezîranê de û Perwîn Rasiq Qizilbaş (33 salî û xelkê Makûyê) di 28’ê Hezîranê de li bajarê Ûrmiyeyê binçav kirin û ev yek jî binpêkirina eşkere ya mafên bingehîn ên mirovan e.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gorî gotinên zarok û malbatên van her du çalakvanan, tevî ku di ser girtina wan re gelek meh derbas bûne jî agahiyeke zelal derbarê cihê girtinê, rewşa tendurustî û çarenûsa wan de di dest de nîne; her wiha saziyên ewlehî û dadwerî derbarê çarenûsa jinên çalakvan ti agahî nadin.
KJAR’ê hişyarî da ku windakirina bi zorê û bêparhiştina girtiyan ji mafê hebûna parêzer, pêwendiya berdewam û hevdîtina bi malbatên wan re, binpêkirina pîvanên yasayî û navneteweyî ye.
KJAR’ê di dawiya daxuyaniyê de got, divê demek ji ya din zûtir cihê girtina Zehra Pîrdehqan û Perwîn Rasiq Qizilbaş bê eşkererekirin, tenduristî û mafên wan ên yasayî bên misogerkirin.

