Aktivîstên Tevgera Jinên Azadê (TJA), bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî li Tunela Taksîma Stenbolê kom bûn û heta Qada Şîşhaneyê meşiyan. Di meşê de pankarta “Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinê ye” hate vekirin û dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Têkoşîna Jina” hate berzkirin. Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê, Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz, Endam û rêveberên partiyên siyasî, rêxistinên jinan û gelek jin tevlî meş û daxuyaniyê bûn. Girse piştî hate qada Şîşhaneyê deklerasyona 25’ê Mijdarê aşkere kir.
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan ve hate xwendin.
Remziye Alparslan anî ziman ku ew îsal jî 25’ê Mijdarê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” û bi berxwedana xwe ya birûmet pêşwazî dikin û wiha axivî: “Bi têkoşîna xwe ya azadiyê ku hinceta hebûna me ye, em ê ji her rojên salê zêdetir bi hêrseke mezin û biryardariyeke di cihtir de, li qadan bin. Em di têkoşîna xwe ya li hember polîtîkayên tundî û qirkirinê yên pergala mêrparêz de ji her demê zêdetir bi îdîa û biryardar in. Ji ber ku em bawer dikin avakirina civaka demokratîk û aştiyê, garantiya pêkanîna daxwaza jinan a ji bo jiyana bê tundî ye. Li ser vê bingehê, em hevaltiya bi jinan a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin û di her kêliya vê pêvajoyê de nîşan dayî nas dikin, xwedî lê derdikevin û bi rêzdarî silav dikin. Em soza têkoşînê didin ku civaka demokratîk dê bi pêşengiya jinên sosyalîst û bi Rêbertiya Azad re bê avakirin.”
TJA’yê li Wan û Mersînê jî di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî de çalakî lidar xist.

