Di demekê de ku li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axaftin tê kirin, çiya, çêrgeh û çemên Kurdistanê di sala dawî de careke din ketin bin siya kepçe, bivir û makîneyên sondajê. Geliyên bi destûr ên madenê yên ji Gabar, Cûdî û Bestayê heta bi Dersimê, ji qadên jeotermal ên li Gimgim û Kanîreşê heta bi çêrgehên Arzoxliyê bûyerên ku sala dawî qewimîn xelekek ji qirkirinê ye.
Birîna daran ku nêzî 7 sal in li Cûdî, Gabar û Bestayê bê navber tê kirin, sala dawî zêde bû. Tenê di nava hefteyekê de li Besta û Gabarê hezar û 950 ton, yanî nêzî 3 hezar ster dar hate birîn. Birîna daran heta bi pala Çiyayê Gabarê ya li navçeya Dihê ya Sêrtê belav bû. Darên hatin birîn bi rengê qurmikan li kêleka rê hatin danîn.
ŞIRNEX Û SÊRT: BIVIRÊ ‘EWLEKARIYÊ’ YÊ LI BESTAYÊ
Meha Cotmehê li herêma Çemê Tahlo yê Bestayê bi sedan dar ji aliyê cerdevanên ji gundê Hosyan ê navçeya Berwarî ya Sêrtê ve di bin çavdêriya leşkeran de hate birîn. Di dîmenan de jî hate dîtin ku darên hatin birîn li qemyonan hatin siwarkirin û ji nuqteyên kontrolê yên leşkerî hatin derbaskirin.
29’ê Cotmehê baroyên Şirnex û Sêrtê têkildarî birîna daran a bê ûsil û veguhestina berhemên daran bi rengekî qaçax li serdozgeriyan giliyê wezîfedarên cemaweriyê yên pêwendîdar kirin.
Qada daristanî ya Şirnexê beriya demeke kurt ji asta ji sedî 44’an daket ji sedî 36’an. Par hatibû ragihandin ku birîna daran hatiye rawestandin, lê belê piştre dîmenên nû derketibûn holê.
MÛŞ Û ÇEWLÎG: LI GIMGIMÊ NOBEDA JI ZÊDEYÎ 185 ROJÎ
Du projeyên lêgerîna li Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ên li Gimgimê 16, li Kanîreşê jî 6 gundan dixe ber xwe, ku şîrketeke Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê dixwaze çêbike, li herêmê bû sedema nerazîbûna girseyî. Nobeda li Gimgimê ku destpêka meha Gulanê bi konê nobedê destpê kir, heta 4’ê Mijdarê 185 roj li pey xwe hişt. Ji ber ku çêrgeh pêşkêşî şîrketê hate kirin gundiyan serî li dadgeriyê dan. Dadgeha Îdareyê 8’ê Cotmehê biryar da ku li qada projeyê keşif bê kirin. Piştî ku meha Tebaxê bi jendermeyan makîneyên kar li herêmê hate bicihkirin di navbera gundiyan û hêzên ewlekariyê de rageşiyê destpê kir.
AMED: ÇÊRGEH LI DIJÎ GES’Ê, DÎROK LI DIJÎ KEPÇEYÊ
Meha Cotmehê li gundê Arzoxlî yê navçeya Sûrê li dijî projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) kku tê xwestin li çêrgeha hevpar a gund bê avakirin, bi pêşengiya jin ên gundî berxwedanê destpê kir. Beriya ku pêvajoya hiqûqî temam bibe, şîrketê bi hêzên ewlekariyê dest bi kar kir. Di vê kêliyê de hate ragihandin ku kevirekî tê texmînkirin fosîlê mercan e hate dîtin. Hate gotin ku qada projeyê li qada sîtê ye.
DERSIM: DI NEXŞEYA DESTÛRÊ DE MÛNZÛR HEYE
Li Dersimê 10 sal in karên ji bo madenê zêde bûne. Li bajêr niha zêdeyî 150 karên madenê tê kirin. Tê xwestin ku ji sedî 26 ê Pulurê, ji sedî 22 ê çiyayên Mûnzûrê, ji sedî 56 ê çêrgehên Dersimê û ji sedî 42 ê parkên xwezayî di nava qada destûra madenê de bê bicihkirin. Li Pîlemûrî û Mêzgirê qadeke bi qasî 5 hezar û 40 qadên futbolê mezin pêşkêşî îhaleya madenê ya IV. Grupê hate kirin. Projeya madenê ku tê plankirin l herêma Sekasur a navbera Xozad û Pertaxê bê çêkirin, bi berxwedana gel hate astengkirin.
HEJMAR TABLOYÊ GIRAN DIKE
Li 24 bajar û 192 navçeyên Kurdistanê 2 hezar û 207 serlêndanên ÇED’ê hate kirin. Têkildarî 625 ji wan biryara “ÇED ne pêwîst e” hate dayin. Li seranserê Tirkiyeyê di sala 2026’an de 24 hezar hektar daristan şewitî. Li gorî qeydên fermî yên sala 2025’an qada şewatê 81 hezar û 473 hektar bû.
LEYLA ÇITE: ŞÊWEYEKÎ POLÎTÎKAYA MÊTINGERIYÊ YE
Li gorî aktîvîsta Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê Leyla Çite, ev tablo şêweyekî rêvebirina polîtîkayên mêtingeriyê yên kapîtalîzma global a li welatan e. Leyla Çite anî ziman ku li Bakurê Kurdistanê 50 salên dawî di nava şer de bi têgihiştina ‘ewlekariyê’ tasfiyeya qada bejahiyê û koçberiya ji neçarî hate ferzkirin û got, bi destpêka salên 2000’î re bi projeyên vegerê re beşek ji gel li xaka xwe vegeriya.
Leyla Çite got, “Bi destpêkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re di serî de Amed, Dersim û Şirnex em dibînin ku sermaye bi hêsanî dikevin qadên ku beriya niha nikarîbû biketa. Me dît ku hin derdorêyên sermayeyê ev yek di civatên aboriyê yên fermî de bi eşkere ev yek anîn ziman. Ev derdor ne ji bo ‘rawestîna mirinê û pêkhatina aştiyê’ lê ji bo dagirtina bêrîka xwe eşkere kirin ku ew dixwazin aştî pêk were.”
‘QIRKIRINA EKOLOJÎK LI DIJÎ AVANIYA CIVAKÎ YE’
Leyla Çite anî ziman ku projeyên Bendav û HES’ê di salên 80, 90 û 2000’î de di bin navê ‘ewlekariyê’ de dihatin çêkirin, lê belê di deh salên dawî de bi hincetên ‘pêşketinê’, ‘pêwîstiya bi enerjiyê’ û ‘enerjiya paqij’ dewam dike û destnîşan kir ku ev gotin û pênase weke maskeyê ne.
Leyla Çite got, “Qirkirina ekolojîk ne tenê li hemberî xwezayê ye, di heman demê de li dijî avaniya civakî ye. Ji ber karên madenê hilberîner neçar dimînin ku gundê xwe biterikînin. Dema ku koçî bajaran dikin jî dibin hêza erzan a karkirinê û neçar dimînin ku bi vî rengî jiyana xwe dewam bikin.”
‘HETA KU AŞTIYEKE EKOLOJÎK NEBE AŞTIYEKE RASTEQÎN NABE’
Leyla Çite bal kişand ser pêvajoya aştiyê û got, “Heta ku aştiyeke ekolojîk nebe mirov nikare qala aştiyeke rasteqîn bike. Me dît ku ji bo sermayeyê wateya aştiyê herêm, darisrtan, xak û madenên li wan herêman e ku berê bi hinceta ewlekariyê nekarîbûn xwe bigihînin wan deveran.
Pêvajoya aştiyê wê yekê ferz dike ku bajarên Kurdan di rêveberiyên demokratîk ên xwecihî û jiyan û aboriya xwe de xwedî mafê gotinê be. Meclîsên bajar û gundan ji bo vê dikarin bibin zemîneke mayinde.”

