Duşem, 9 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Duygu Ozbay: Sîstema ezmûnê ya navendî newekheviya li perwerdeyê mezin dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşî apê Rojîn Kabaîş hate kirin: Gefa ‘dest ji dozê berdin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Ocalan piştgirî da çalakiyên ji bo zimanê dayikê yên li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbol û Hatayê şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 endamên KJAR’ê nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser şopa Şaristan…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Baneyê aktîvîstê Kurd hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk ji baregeha dagirkeriyê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymana Doza Êzidiyan: Îdareya Şengalê divê demildest were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Pirsgirêkên li Başûr divê bi diyalogê bên çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li gelek bajaran banga 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştî ji ti gel û çandê cuda nîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Meclisa Jinan a Nûda û Frauenkollektive şahiya hevpar a 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin
Kurdistan

HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG’ê 15’ê şehîdên ji Rojhilat bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Gelê me yê Rojhilat û hemû gelê Kurd wê her tim bi van lehengên xwe yên fedayî serbilind be, di hiş û dilê xwe de bidin jiyîn.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kir:

“Xaka qedîm û berxwedêr a Rojhilatê Kurdistanê, di tevahiya dîrokê de li dijî mêtingerî, zext û polîtîkayên înkarê serî netewandiye. Yek ji navendên herî bi kok û berxwedêr a vê erdnîgariyê, Makû ye. Bi sekna xwe ya bê hempa navê xwe li rûpelên herî bi rûmet a têkoşîna azadiyê ya Kurd nivîsand. Zarokên hêja yên ku ji çiya, gelî û kolanên Makû hatin, li hemberî zilma li ser gelê me bêdeng neman û ala azadiyê bilind kirin. Bi parçekirina sînorên mêtingeriyê û sîstema zilmê, li çiyayên Kurdistanê destanên qehremaniyê yên mezin afirandin. Zarokên biwêrek ên Makû bi berpirsyariya xwe ya dîrokî tevlî nava refên gerîla bûn. Wan ruhê welatparêzî, zanebûna netewî ya bi kok û kesayetiya berxwedêr a Rojhilat li lûtkeyên çiyayan veguherandin çalakiyê. Wan doza azadiyê ya gelê Kurd di kesayeta xwe de dîtin; di demên herî zehmet de jî bê dudilî tevlîbûneke fedayiyane raber kirin.

Hevrêyên me Bêrîvan Amed, Çavreş Gabar, Marya Amanos, Ronya Ronahî, Dîcle Makû, Êrîş Welat, Tamara Gever, Evîn Fîraz, Kanî Urmiye, Berxwedan Gilîdax, Şervan Şoreş, Bawer Gilîdax, Şervan Makû, Egîd Zerdeşt û Rûken Azad di nava pêvajoya têkoşînê de di demên cuda de şehîd bûn. Her yek ji wan bi têkoşîna xwe bû endamê nemir ê vê meşê. Ev zarokên bijarte yên Makûyê, li çiyayên Kurdistanê li dijî mêtingeriyê dîwarê berxwedanê ava kirin. Fedekariya wan di têkoşîna azadiyê ya gelê me de ti carî nayê jibîrkirin. Gelê me yê Rojhilat û hemû gelê Kurd wê her tim bi van lehengên xwe yên fedayî serbilind be û di hiş û dilê xwe de bidin jiyîn.

Em ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd, gelê Makû yê berxwedêr, gelê Rojhilatê Kurdistanê yê welatparêz û hemû gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Em 15 lehengên xwe yên nemir bi rêzdarî, minet û dilsoziya herî kûr bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku her dilopa xwîna li ser vê xakê rijiyaye û her keda hatiye dayîn, bişopînin û teqez têkoşîna wan bigihînin serketinê. Em soz didin ku li pey şopa şehîdên xwe bimeşin, meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bigihînin serketinê û timî bîranînên wan bidin jiyîn.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, wiha ne:

Nasnav: Bêrîvan Amed
Nav û Paşnav: Çîçek Omerî Brukî
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Navê Dayik – Bav: Xezal – Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: 17’ê Nîsana 2024’an / Xakurkê

 

Nasnav: Çavreş Gabar
Nav û Paşnav: Reşîd Ezneb
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Navê Dayik – Bav: Fatma – Seîd
Cih û Dîroka Şehadetê: 2011 / Heftanîn

 

Nasnav: Marya Amanos
Nav û Paşnav: Gulîzar Rasiq
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Navê Dayik – Bav: Nure – Mehemed
Cih û Dîroka Şehadetê: 15 Îlon 2012 / Şemzînan

 

Nasnav: Ronya Ronahî
Nav û Paşnav: Zehra Ziraatî
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Navê Dayik – Bav: Fatimê – Adıl
Cih û Dîroka Şehadetê: 15 Îlon 2012 / Şemzînan

 

Nasnav: Dîcle Makû
Nav û Paşnav: Neîme Ahen Xuş
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Navê Dayik – Bav: Xezel – Hesen
Cih û Dîroka Şehadetê: 11 Tîrmeh 2017 / Cîlo

 

Nasnav: Êrîş Welat
Nav û Paşnav: Ehmed Mihemedzade
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Navê Dayik – Bav: Zeynep – Îbrahîm
Cih û Dîroka Şehadetê: 15 Sibat 2007 / Qendîl

 

Nasnav: Tamara Gever
Nav û Paşnav: Kamîle Elvîn
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Navê Dayik – Bav: Fatimê – Yasîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 2020 / Botan

 

Nasnav: Evîn Fîraz
Nav û Paşnav: Sekîne Reşîdî
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Navê Dayik – Bav: Kewê – Nebih
Cih û Dîroka Şehadetê: 2012 / Xakurkê

 

Nasnav: Kanî Urmiye
Nav û Paşnav: Rehîm Ispatî
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Navê Dayik – Bav: Dilşad – Ebdilezim
Cih û Dîroka Şehadetê: 17 Hezîran 2017 / Cîlo

 

Nasnav: Berxwedan Gilîdax
Nav û Paşnav: Sîpan Abkar
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Navê Dayik – Bav: Xanê – Ferxeldîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 25 Gulan 2016 / Qendîl

 

Nasnav: Şervan Şoreş
Nav û Paşnav: Elî Hacîlo
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Navê Dayik – Bav: Rabiê – Bekir
Cih û Dîroka Şehadetê: 3 Sibat 2018 / Xakurkê

 

Nasnav: Bawer Gilîdax
Nav û Paşnav: Bêhnam Efendîpûr
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Navê Dayik – Bav: Guzel – Cefer
Cih û Dîroka Şehadetê: 5 Îlon 2022 / Zap

 

Nasnav: Şervan Makû
Nav û Paşnav: Mihemed Mustefevî
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Navê Dayik – Bav: Sebile – Silêman
Cih û Dîroka Şehadetê: 22 Adar 2018 / Xakurkê

 

Nasnav: Egîd Zerdeşt
Nav û Paşnav: Resûl Firdusî
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Navê Dayik – Bav: Cewahir Ehmedî – Hesen Firdusî
Cih û Dîroka Şehadetê: 24 Nîsan 2019 / Qendîl

 

Nasnav: Rûken Azad
Nav û Paşnav: Şeyda Xalidî
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Navê Dayik – Bav: Fatimê – Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: 23 Nîsan 2019 / Xakurkê

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li peravên Gîrîtê keştiya koçberan binav bû: 8 kes mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Parêzer Yûsûf Erdogan: Divê daxwazên girtiyan tavilê bi cih bêne anîn

Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê Parêzer Yûsûf Erdogan anî ziman ku ew çalakiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Rapora Girtîgehê: Desteyên Çavdêriyê xistine şûna darazê

OHD’ê têkildarî binpêkirinên li 17 girtîgehên herêma Egeyê raporek amade kir û da zanîn ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Halîde Turkoglû: Divê kirdeya sereke ya pêvajoyê jin bin

Halîde Turkoglû têkildarî pêvajoya çareseriyê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, tundiya li dijî jinê,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li ser şopa Şaristan…

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Baneyê aktîvîstê Kurd hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dewleta Tirk ji baregeha dagirkeriyê vedikişe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?