Di nava kesên binçavkirî de endamên Tevgera Kaldiraç, Tevgera Zanîngeha Azad, Înîsiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst, Gençlîk Devîrecek, Partîzan, Ciwanên Demokrat ên Nû, Yekîtiya Têkoşînê, Yekîtiya Xwendekaran a Şoreşger, Kolektîfên Xwendekaran û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst hene.
Di operasyonan de ku di çarçoveya du lêpirsînên cuda hate kirin, bi îdîaya beşdarî bîranîna salvegera qetilkirina Îbrahîm Kaypakkaya gelek kes bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin.
Kesên din jî bi îdîaya “endametiya rêxistinê” hatin binçavkirin. Di çarçoveya vê dosyayê de li Stenbolê jî serdegirtin hate kirin.
Hate ragihandin ku endamên Yekîtiya Xwendekarên Şoreşger û Yekîtiya Têkoşînê yên li Stenbolê hatin binçavkirin wê bînin Îzmîrê.
Kesên hatin binçavkirin li Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Îzmîrê têne ragirtin.

