Li gorî ajansên nûçeyan ên Îranê, pêla barana gur a payîzê bandoreke gelek xerab li parêzgeha Îlamê kiriye. Ev parêzgeh di asta Îranê de ji aliyê hejarî û qeyrana aborî ve di rêza pêşî de ye.
Lehiyê bi giranî li bajarên Îlam, Dêhluran, Avdanan, Dereşehîr, Mêhran, Sîrwan, Çardawil, Hêlîlan û navçeya Murmurî daye. Di encamê de mal û dikanên welatiyan di bin avê de man, li herêmên çiyayî hezaz pêk çêbûn û rêyên sereke hatin girtin.
Ji ber ku li herêmê kargeh û pîşesazî tune ne, çavkaniya sereke ya debara xelkê sewalvaniye. Ev karesata xwezayî derbeyeke giran li jiyana koçberên di konan debûn xist. Hat ragihandin ku ji ber birûsk û lehiyê bi dehan serî pez û dewar telef bûne û 350 kîlometre ji rêyên koçberiyê bi temamî wêran bûne.
Ji ber vê rewşa awarte, berpirsan biryar dan ku dema koça payîzê bînin pêş. Ev biryar rasterast bandorê li ser jiyana zêdetirî 60 hezar koçberên li zozanan di konan de bûn dike ku niha di nava şert û mercên giran ên zivistanê de ji bo veguhastin û dabînkirina pêdiviyên jiyanê rûbirûyî zehmetiyên mezin bûne.

