Komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partiyê têkildarî destpêkirina COP31 daxuyanî da û destnîşan kir ku çareseriya krîza avhewayê ne bi polîtîkayên sermayeyê, bi îradeya gelan û edaleta civakî dibe.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku polîtîkayên enerjiyê yên li ser esasê sotemeniyên fosîl, mezinbûna bêsînor, mêtingeriya çavkaniyê û tunebûna daristanan hilweşîna ekolojîk kûr dike. Hate îfadekirin ku peymanên avhewayê yên navneteweyî pêşî li krîzê nagirin û hate rexnekirin ku pêvajoyên COP’ê yên fermî çareseriyê di mekanîzmayên piyasayê û ticareta karbonê de dibînin.
DEM Partiyê destnîşan kir ku di navbera malûvaniya Tirkiyeyê ya ji COP31 re û polîtîkayên wê yên enerjiyê de nakokî heye û îfade kir ku ji bo derketina ji sotemeniyên fosîl nexşerêyeke şênber nîne, girêdana bi komir û gaza xwezayî re tê domandin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku herî zêde xizan, kedkar, jin, zarok, gelên herêmî û civakên herêmî ji encamên krîza avhewayê bandor dibin û hate diyarkirin ku bi hişkesalî, lehî, şewatên daristanan, krîzên av û xurekê re koçberiyên neçarî zêde bûne.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bêyî tevlîbûna civakên herêmî, gundî, karker, jin, ciwan û tevgerên ekolojîk edaleta avhewayê pêk nayê.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Çareseriya krîza avhewayê, ne di mekanîzmayên piyasayê yên ji bo sermayeyê qadên nû yên feydeyê vedikin de ye, çareserî di jiyaneke demokratîk, wekhev û ekolojîk a ku pêdiviyên civakî esas digire de ye.”
Komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partiyê diyar kir ku ew ê pêvajoya COP31 bişopînin û bi aktîf tevlî xebatên Civîna Bilind a Avhewayê ya Gelan bibin û got, ew ê ji bo siberojeke bi edaleta ekolojîk û civakî, têkoşîna xwe mezin bikin.

