10’emîn Festîvala Şanoya Kolanan ya Navnetewî ya Kerkûkê îro êvarê li bajarê Kerkûkê bi beşdarbûna hejmareke girîng ji hunermend û komên şanoyê yên ji her çar parçeyên Kurdistanê û çend welatên biyanî destpê kir.
Festîval bi nîşandaneke hunerî ya Tîma Şanoyê ya Sine ya Rojhilatê Kurdistanê destpê kir. Tê de peyama aştî û pêkvejiyanê hate dayîn. Piştre, beşdar û mêvanên festîvalê bi meşeke girseyî û hunerî ji deriyê sereke yê rêya Kerkûk-Silêmanî ber bi navenda çandî ya Kerkûkê ve çûn.
Di meşê de û li kolanan, çend kurteşano û çalakiyên hunerî yên cûr bi cûr ji temaşevan û welatiyên bajêr re hatin pêşkêşkirin, ku bala xelkê Kerkûkê kişand û pêşwaziya germ lê hat kirin.
Li gorî bernameya organîzatorên festîvalê, festîval wê sê rojan berdewam bike. Tîmên beşdar ji her çar parçeyên Kurdistanê û welatên cîhanê wê li deverên giştî yên bajarê Kerkûkê berhemên xwe yên şanoyê pêşkêş bikin.
Armanca sereke ya festîvalê vegerandina tevgera hunerî û çandî li Kerkûkê û têkelkirina şanoyê di jiyana rojane ya welatiyan de ye. Di heman demê de xurtkirina ruhê pêkvejiyanê di navbera civakên cuda yên bajêr de armanca vê festîvalê ye.

