În, 13 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 13’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana 4 girtiyên din jî hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Sîrwan Ariyo Liylax û Amed Şaho bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiya nexweş Pinar Tikit cara sêyemîn hate astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin Kudat piştî 34 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aydin Kudat ê ku berdana wî 6 caran hat astengkirin piştî 34 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Kamil Geverî li Mexmûrê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên berxwedana Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed û Xarpêtê ji bo girtiyên jin û nexweş banga berdanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya têkildarî êrişên Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Divê Iraq îradeya siyasî û îdarî ya Êzidiyan jî nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Nisêbînê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Daxuyanî û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê starda 25’ê Mijdarê: ‘Li Kurdistanê birêxistinbûna jinan nayê astengkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Rizgarkirina Şengalê bersiva li fermana 74’an e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed: Em tenê bi têkoşîna xwe dikarin azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tundiya mêr ne tenê li dijî bedena jinê ye, her wiha ruh û jiyana civakî jî dike hedef

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED: Di cînayeta Vesîle Akin de divê berpirsiyarên îhmalên muhtemel hesabê bidin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Pêvajo hêdî dimeşe, komîsyon divê bi lez ava bibe û bikeve pratîkê’
Rojane

‘Pêvajo hêdî dimeşe, komîsyon divê bi lez ava bibe û bikeve pratîkê’

Zubeyîr Aydar anî ziman ku mekanîzmayên têkildarî pêvajoyê û komîsyona şopandinê, ya ku tê plankirin li Meclîsê bê avakirin hêdî bi rê ve diçin û got, divê deste bi lez ava bibin, çalak bibin û pêvajo derbasî pratîkê bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Karên îmzeyê yên navneteweyî ku di çarçoveya kampanya “Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re” tê meşandin ji 50 welatî gihîşt 845 kesayetî. 109 xelatgirên Nobelê jî di nav de îmzekar piştgiriyê didin hewldanên li Konseya Ewropayê. Ji 29 welatan jî 620 îmzekaran name ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandin.

Endamê Konseya Rêveber a Komalên Civakên Kurdistanê (KCK) Zubeyîr Aydar bandora kampanyayê ya navneteweyî, hewldanên li Konseya Ewropayê û gavên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji ANF’ê re nirxand.

Di mijara bicihanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de Aydar diyar kir ku Tirkiye hewl dide biryarê ji demê re bihêle û got, “Em meseleyê di çarçoveya Mafê Hêviyê de dinirxînin. Bêguman mafê hêviyê yê Rêber Apo û her kesên li Tirkiyeyê di rewşa wî de heye. Ev rewş li gorî rêgezên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Di vê çarçoveyê de gelek welatan, y anî gelek endamên Konseya Ewropayê ev yek di qanûnên xwe yên neteweyî de jî nirxand û mewzûatên xwe li gorî vê guherand. Lê belê Tirkiyeyê hîn guhertinek nekiriye.””

Zubeyîr Aydar ragihand ku Tirkiye hewl dide mijarê ji demê re bihêle, lê diyar e ku di bin zextekê jî de ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Em niha vê dibînin: Ev mijar di rojeva civîna Komîteya Wezîran a destpêk ameha Kanûnê û civîna nûnerên daîmî de ye. Di vir de rewşeke bi vî rengî derdikeve holê: Gelek welat dibêjin, mesele ne tenê meseleya Kurd e, ne tenê meseleya Koma Gurban a li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, dosyayên Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala ye. Gelek welat dibêje, ‘Welatekî endamê Konseya Ewropayê li gorî peymana xwe tevnagere. Li gel ku mohra xwe daniye binê peymanê hin berpirsyariyên xwe pêk tîne. Tirkiye li gorî vê tevnagere’.

Bi Rûsyayê re ji xwe krîzeke cidî rû da. Mafê temsîlê yê Rûsyayê yê li Konseya Ewropayê di 25’ê Sibata 2022’an de hate betalkirin. Piştre jî 16’ê Adara 2022’an endametiya wê ya li Konseya Ewropayê hate betalkirin. Niha jî zextek li ser Tirkiyeyê heye.

Bêguman di vir de Kurd û dostên Kurdan jî li qada navneteweyî kampanyayekê dimeşînin. Vê kampanyayê li cîhanê bandoreke gelekî girîng kir. 109 xelatgirên Nobelê jî di nav de 845 kesên li cîhanê naskirî ne, metneke hevpar weşandin û ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Konseya Ewropayê û nûnerên daîmî re şandin. Ev yek gelekî girîng e. Ev bandorê dike, bandorê li ser welatan dike.

Em nizanin bê meha Kanûnê biryareke çawa bê dayin. Lê belê em zanin ku li qada navneteweyî aciziyeke cidî ji Tirkiyeyê heye û zext li ser Tirkiyeyê tê kirin.”

Zubeyîr Aydar anî ziman ku nameya 620 îmzekarên ji 29 welatan ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re hate şandin kampanya li qada navneteweyî derbasî qonaxeke nû kiriye û destnîşan kir ku weke gelê Kurd wê şopdarê van hewldanên li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bin. Zubeyîr Aydar destnîşan kir ku kampanya wan a azadiyê wê di her astê de bimeşe.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar işaret bi girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û destnîşan kir ku afirandina mercên ragihandin û karkirinê yên azad ên Rêber Apo ji bo çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd mercê sereke ye.

Di vê çarçoveyê de ragihand ku ji bo rêveçûna pêvajoyê wê kampanya xwe ya azadiyê dewam bikin û got, “Ev kampanya azadiyê wê timî di rojeva me de be. Lingê welêt ê vê heye, çalakiyên li welêt hene. Meş, mîtîng hem li Tirkiyeyê hem jî li derveyî welêt, hem li hundir hem jî li derve wê dewam bikin. Her wiha rêze hevdîtin têne kirin. Li qada netewweyî û navneteweyî em ê vê mijarê timî di rojevê de bihêlin. Li Tirkiyeyê bi hin derdoran re, li derveyî welat jî bi heman rengî em ê hevdîtinan bikin. Ev rêze hevdîtin wê dewam bikin.”

Zubeyîr Aydar destnîşan kir u Rêber Apo 28 sal in bi neheqî tê ragirtin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Divê azad bibe. Di vê mijarê de çi dibe bila bibe, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê Serok Apo teqez ji Îmraliyê derkerve. Ev yek armanca herî mezin a li pêşiya me û gelê Kurd e. Dema ku me ew ji wir derxist wê pêşî li çareseriyê vebe. Ev yek wê tevkariyeke mezin li çareseriyê bike. Ev yek bi tena serê xwe meseleyeke azadiyê nîne; azadiya Serok Apo azadiya me hemûyan e.

Zêdeyî 2 sal in bi Serok Apo re li Îmraliyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd diyalogek tê meşandin. Di vê mijarê de tevgerê gavên cidî avêt. Aliyê Tirk jî hin gav avêt lê belê ev têrê nake. Pêvajo hêdî dimeşe.

Di çarçoveya bûyerên dawî de em vê dibînin: Ji bo Serok Apo di nava girtîgehekê de malek hate çêkirin. Ev ne cihekî li derveyî girtîgehê ye. Guhertina cihekî heye. Derbasî wê malê bûye û hin heval li gel wî ne. Eger wê weke malekê bê bikaranîn divê karibe mêvanan jî qebûl bike. Divê karibe çapemeniyê, derdorên siyasî, hevalên xw,e rêxistina xwe, akademîsyen û her derdorên dixwaze li wir qebûl bike. Ev wê bibe destpêkek û karibe tevkariyeke mezin li pêvajoyê bike.

Bêguman niha qanûnek hate derxistin. Di çarçoveya wê qanûnê de cihekî vê heye. Serok Apo koordînatorek e. Bahçelî got, ‘Koordînatorê Aştî û Siyasîbûnê’. Em jî bi wî rengî bi nav dikin. Serok Apo niha ji bo aliyê Kurd Koordînatorê Aştî û Siyasîbûnê ye û muxatabê destpêkê yê vê pirsgirêkê ye. Ji bo karibe wezîfeya xwe bi cih bîne divê bê berdan. Divê karibe bi rengekî azad tevbigere û ewlekariya wî pêk were. Lİ gel mercên ewlekarî û tenduristiyê divê karibe bi rengekî azad tevbigere û karibe vî karî bi hêsanî bimeşîne.

Ev yek wê gelek astengiyên li pêşiya çareseriyê ji holê rake. Ji bo her kesî wê baweriya ‘Belê êdî mesele ber bi çareseriyê ve diçe’ biafirîne. Li aliyê Kurdan wê baweriyeke mezin çêbibe û astengiyên li pêşiya çareseriyê bê rakirin. Wê bibe gaveke girîng. Em li benda vê ne. Divê ev pêk were.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar bal kişand ser karên Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş ên ji bo avakirina komîsyona şopandinê ya li Meclîsê û diyar kir ku pêvajo hêdî bi rê ve diçe.

Zubeyîr Aydar got, “Di nîvê destpêkê yê meha Tebaxê de qanûnek derkret. Me gelek rexne li qanûnê kir. Gelek kêmasiyên xwe hebûn lê belê ev qanûn jî hîn neketiye pratîkê. Divê bi lez bikeve pratîkê û kêmasiyên wê bêne derbaskirin. Ji bo ev mesele biçe serî divê li Meclîsê desteyeke şopandinê, komîsyoneke şopandinê li gorî xaleke qanûnê bê avakirin. Ew deste wê di demeke nêz de ava bibe. Serokê Meclîsê vê hefteyê serdana partiyên siyasî dike û wê ji her kesî endaman bixwaze. Yanî wê ew deste ava bibe. Ev girîng e, avabûna desteyê girîng e. Lê belê gelekî hêdî dixebitin.

Bi serokatiya Alîkarê Serokkomar komîteyek ava bû. Du civînên xwe lidar xist. Komîteyên jêrîn hîn di asta tê xwestin de ava nebûne Di vir de ya girîng ew e ku desteya di bin berpirsyariya Serok Apo de hîn nehatiye eşkerekirin. Yanî deste ji bo me ava nebûye û hîn jî di fermiyetê de ev kar nehatiye ragihandin. Hîn ji raya giştî re bi fermî nehatiye ragihandin ku Serok Apo bi koordînatoriya vê desteyê radibe.

Divê ev tavilê pêk werin û deste aktîf bibin. Yanî deste ava bûye lê belê tiştekî nake; tiştekî welê nabe. Divê em bilezînin û bigihêjin encamê. Em daxuyaniyên dema dawî yên aliyê din, yanî yên Erdogan, Serokê Meclîsê û Serokê MÎT’ê dişopînin. Em hêvîdar in ku wê di demeke kurt de bikevin pratîkê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 13’Ê MIJDARA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Iraqê êrişa li ser baregeha DYE’yê: 5 leşker birîndar bûn

Li eyaleta Enbarê ya Iraqê roja Duşemê êrişek li ser baregeha DYE'yê hate kirin. Hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Dagirkeran li Minbicê zeviyên çandiniyê şewitandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zeviyên li gundên rojavayê Minbicê dan ber agir.

Ji aliyê Stêrk TV

Nivîsên hişyariyê yên Kurdî li ser fermana walî hatine jêbirin!

Derket holê ku li Amedê jêbirina nivîsên hişyariyê yên bi Kurdî bi fermana Walî Mûrat…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 13’Ê MIJDARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê Kamil Geverî li Mexmûrê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîdên berxwedana Şengalê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berdana 4 girtiyên din jî hate taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?