Meclisa Jinan a DEM Partiyê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de li Sêrtê destpêka çalakî û bernameyên xwe yên bi şîara “Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinê ye” ragihand û forûm li dar xist.
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş û endamên Meclisa Jinan beşdarî çalakiyê bûn.
Parlamenter Sabahat Erdogan Saritaş ku li vir axivî, diyar kir ku jin îsal jî hatine qetilkirin û rûbirûyê her cure tundiyê mane. Sebahat Erdogan Saritaş destnîşan kir ku keda jinan nayê dîtin, xwezaya wan tê talankirin û tundî li ser wan tê ferzkirin û da zanîn ku jin li dijî vê yekê bêdeng namînin û li kolanan, di girtîgehê de û li meclisê li her derê dengê xwe bilind dikin.
Sebahat Erdogan Saritaş anî ziman ku ew li dijî qetilkirina jinan, talankirina xwezayê, polîtîkayên şerê taybet, newekheviyê û polîtîkayên bişaftinê serî hildidin û wiha got: “Em jin pêşengiya aştî û civaka demokratîk dikin. Em jiyaneke azad û wekhev dixwazin. Jiyana azad a ku em dixwazin ne kuştin e; em dixwazin bi zimanê xwe, bi çanda xwe û bi hemû mafên xwe yên xwezayî jiyanê ava bikin.”
Piştre Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu dîroka 25ê Mijdarê bi bîr xist û wiha got: “Îro li çar aliyên cîhanê jin li dijî tundiyê têkoşîneke mezin didin. Di vê pergala cîhanê de dema jin her cure tundî û înkarê dijîn, tu carî dev ji têkoşîna xwe ya rêxistinkirî jî bernadin. Em jin dema ku li dijî tundiyê têdikoşin, di heman demê de hewl didin xeyala paşerojê jî derxin holê. Em jin bi nasname û hişmendiya xwe dixwazin ev cîhan êdî biguhere. Ji ber vê yekê jin dema ku tundiya dewleta mêr teşhîr dikin, têkoşîna jiyana birûmet dimeşînin.”

