Şêwirmenda Serokwezîrê Iraqê ya ji bo Karên Jinan Ala Talabanî li ser rewşa siyasî ya niha ya Herêma Kurdistanê de ji Nûçe TV re axivî. Ala Talabanî helwesta PDK’ê rexne kir û got: “Eger PDK ji aliyê yasayî ve jî Parlamenta Herêma Kurdistanê temam bike, ew parlament nikare îradeya rastîn a xelkê Herêma Kurdistanê nîşan bide. Ji ber ku parlament cihê biryardan û derxistina yasayane û divê hemû nêrîn û daxwazên xelkê tê de werin temsîlkirin.”
Talabanî helwesta PDK’ê weke “şaşitiyeke mezin” bi nav kir û wiha pê de çû: “Ev helwest wê bandorê li ser Iraqê jî bike; di demekê de ku niha krîza budceyê, pirsgirêkên aborî û buhabûna sotemeniyê hene, pêwîste Kurd li hemberî hikûmeta federal yekdeng û yekrêz bin.”

