Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYA-DER), ji bo girtiyê nexweş Tuncer Saglam ê ku di 7’ê Mijdarê de ji bo tedawiyê biribûn Nexweşxaneya Bajar a Etlîkê ya Enqereyê û li wir jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Esenyurt a Stenbolê taziye danî. Taziyeya ku li avahiya Rêxistina Esenyurt a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) re hate danîn, nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî yên li bajêr û gelek welatiyan tevlî bûn.
Li salona taziyeyê wêneyê Saglam, kulîlk û rengên kes, sor û zer hatin daliqandin, her wiha pankartên bi nivîsa “Şehîdên me rûmeta me ne” û “Şehîd namirin” hatin daliqandin. Piştî rêzgirtinê, sînevîzyonek li ser rewşa Saglam û girtiyên nexweş hate nîşandan.
Taziyeya ku malbat û xizmên Saglam jî beşdar bûn, wê heta êvarê dewam bike.

