Yekîtiya Ciwanên Komînalîst (YCK – KURD) ya Serhedê, bi dirûşma “Dema serkeftinê ye” li eywana baroya Wanê konferansa herêma Serhedê li dar xist. Ciwanên ji bajarên herêma Serhedê hatine bi cil û bergên Kurdewar tevlî konferansê bûn. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên demokratîk tev li konfarensê bûn. Ciwanên ku tevlî konferansê bûn bi dirûşme û meşê derbasî eywana konferansê bûn û dirûşmên “Ciwan fedayî Rêber Apo ne” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Di eywana ku konferans hatiye lidarxistin de wêne û alên Rêber Apo hatin daliqandin. Di cihê konferansê her wiha pankartên li ser “Bi ruhê bendava Çubukê, dema serkeftine ye”, “Jin jiyan azadî” û “Em komîn pêş bixin û azad bibin” dinîvisî hatin hilgirtin.
Konferans bi rêzgirtina ji bo şehîdên demokrasî û azadiyê, dest pê kir. Pişre sinevîzyona li ser têkoşîn û rêxistina ciwanan hatibû amadekirin hat temaşekirin.
Konferans bi axaftina endema YKC- KURD’ê Rojîn Atabey ve dest pê kir. Rojîn Atabey bal kişand li ser rêxistinkirin û komînbûyîna ciwanan û wiha got: “Dema Serokatî jî dest pê kir rêxistin jî tenê bû. Divê ciwan qet xwe tenê hîs nekin. Em ê xwe rêxistin bikin û bi hev re têbikoşin. Em ê bi zimanê xwe hebûna xwe bi parêzin. Parastin bi zimanê xwe, avakirina komînan ve çê bibe. Em ê bikevin hemû taxan û malan her kesî bixin di nav komîne. Em ê tiştên qirej ên weke tiryak û fihêşê ji nava xwe derxin. Em ê komînin xwe ava bikin. Ji bo kirinê heviya kesekî namînin. Pirgirêkên xwe em ê bi xwe çareser bikin. Em ê xwe ji hemû qirêjiyan bi parêzin.”
Nivîsa ji bo konferansê hatiye amedekirin ji hêla endama YCK-KURD’ê Asîme Zengînê ve hat xwendin.
Asîme Zengîn destnîşankir ku armanca wan di serî de pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û wiha axivî: “Dem dema pêvajoya Aştî û Ciwaka Demokratîk de avakirina civaka demokratîk e. Em weke tevgerên ciwanan divê bersiva vê pêvajoyê bidin. Dema ciwan bê rêxistin dimîne civak xerab dibe. Desthilat ji her alî ve tên li ser ciwanan. Divê li dijî vê yeke em xwe rêxistin bikin. Di her aliyan civakê de em ê xwe rêxistin bikin. Pêşenga civaka demokratîk ciwan in. Em ê li zaningehan liseyan, qadan û her derê pisgirêkên xwe çareser bikin. Yekîtiyeke ku ji bo pêvajoyê bibe bersiv divê bê avakirin. Xabetên xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û rêxistina civakê bimeşinîn.”
Endema Meclîsa Dayikên Aştiyê Hediye Kaçak jî anî ziman ku divê ciwan kêda tevgerê xwedî derkevin û ev tişt gotin: “Keda ciwanan sax be. Ji bo qedrê tevgerê bigirin divê ciwan xwe rêxistin bikin. Destkeftiyên xwe biparêzin. Daxwaza ciwana çi be em ê alikariya van bikin. Em dayikên şehîdan in. Ciwan rûmeta me ne. Ev ked kêda hezar şehîd û girtiya ye. Çi bikeve ser me em ê bi cih bînin.”
Konferans bi stranên Koma Aryen û gerandina govendan bi dawî bû.

