Di çarçoveya çalakiyên ku ji hêla Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava tên birêxistinkirin û bi hatina 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Kongra Star a Bajarê Dêrikê ya herêma Cizîrê, ji bo redkirina hemû cureyên tundî û cudekariya li dijî jinan, di bin dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” meşek li dar xist.
Şêniyên bajarê Dêrikê beşdar meşê bûn, meş ji Qada Azadî dest pê kir û li kolanan geriya, gihîşte naverasta sûkê, li wê deverê sloganên ku balê dikşînin ser rola jinan û cihê wan di civakê hatin berzkirin.
Li sûka bajêr beşdarvanê meşê deqeyeke rêzgirtin rawestiyan û piştre bi navê Kongra Star a Bajarê Dêrikê Wefa Elî axivî û da zanîn ku ew ê li kêlek hemû jinan têkoşîna xwe bidomînin, pêşî li pêşiya hemû cureyên tundiyê bigirin.
Wefa Elî destnîşan kir ku jin esasê civakeke temamker û pêşxistinî ava dike, ew tundiya li dijî jinan red dikin, divê ji bo bidestxistina mafê jinan û misogerkirina cihê wan di destûra Sûriyeyê de têkoşîn were domandin, şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinan dest pê kir, ew jî li ser fikr û felsefeya Rêber Apo berxwedana xwe mezin kirin.
Di heman demê de Xwendekara bi navê Aya Hesen daxuyaniyek xwend û da zanîn ku tundiya li dijî jinan ne tenê di çarçoveya destdirêjiyê û tundiya malbatî pêk tê, ew bi rêya bêdengkirina jinan, inkarkirina nasnameya wan û bê parhiştina wan ji mafê axaftina bi zimanê dayikê û perwerdeya bi zimanê dayikê jî pêk tê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zimanê Kurdî beşeke esasî ji nasnameya jinan û hebûna wan e.
Xwendekarên jin di daxuyaniyê de dûrxistina xwendekarên keç û xort ji hev red kirin, dan zanîn ku ev yek bi fikreke baviksalarî û cudekariya heyî di navbera her du zayendan de pêk tê.
Meş bi berzkirina sloganên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

