Dayikên Aştiyê beriya çend rojan bi daxwaza aştiyê çûn Enqereyê û 2 rojan ketin ‘Nobeda Aştiyê’. Piştî ku bi Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtin kirin ji bajêr çûn. Dayikan daxwazên xwe yên ji bo aştiyê dubare kirin û careke din bang kirin ku girtiyên siyasî bêne berdan.
Hatîce Yakişir a 76 salî ku du kurên wê girtî ne, li gel temenê xwe yê dirêj û pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ji bo daxwaza xwe ya aştiyê bîne ziman yek ji wan dayikan bû ku serdana Enqereyê kir. Hatîce Yakişir ku li gel gelek êş û windahiyên xwe têkoşîn û israra xwe ya li ser jiyanê di nava 76 salên xwe de bi cih kir, îro li çarçoveyên ji wêneyên xizmên xwe yên jidestdayî dinihêre û dema xwe derbas dike.
Hatîce Yakişir ku li gel her tiştî dibêje aştî, bi gotina “Ez dixwazim bibînim ku zarokên min ji vî derî bikevin hundir” bendewariya xwe ya ji bo serketina pêvajoyê û gihîştina zarokên xwe yên li girtîgehê tîne ziman.
PIŞTÎ KU GUNDÊ WAN HATE ŞEWITANDIN SIRGÛN BÛN
Hatîce Yakişir sala 1994’an piştî ku gundikê wan ê Xizginosê yê ser bi navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê ji aliyê leşkeran ve hate şewitandin destpêkê koçî Dara Hênê kir, piştre jî neçar ma ku bar bike navenda Amedê. Hatîce Yakişir dayika 9 zarokan bû. Hevjînê wê Mehmet Alî Yakişir dema ku xwest serdana bavê xwe yê li gundê şewitandî bike heta binçavkirin. Li dû binçavkirinê jî agahiyek jê nehate girtin.
Hatîce Yakişir piştî ku hevjînê wê hate windakirin neçar ma ku 9 zarokên xwe bi tena serê xwe mezin bike û li gel zehmetî û nebûna derfetan jî têkoşîna xwe ya jiyanê dewam kir.
DI ŞER DE GELEK XIZMÊN XWE WINDA KIR
Kurê Hatîce Yakişir Cûdî (Mehmet Yakişir) sala 1998’an tevlî nava refên gerîla bû. Sala 2018’an li herêma Derya Reş şehîd bû. Kurê wê Şervan (Yakûp Yakişir) jî heman salê li Efrînê di berxwedana li dijî dagirkeriyê de, neviyê wê Mahsûm Gurkan jî sala 2016’an li navçeya Sûr a Amedê di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bûn.
BERDANA KURÊ WÊ SÊ MEHAN HATE TALOQKIRIN
Hatîce Yakişir anî ziman ku kurên wê Orhan û Talîp Yakişir girtî ne, kurê wê Orhan Yakişir ê 12 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn li Girtîgeha Girtî ya Sîncanê tê ragirtin û înfaza cezayê wî sê caran hate taloqkirin. Ji ber vê yekê jî nekarî bê berdan. Hatîce Yakişir ragihand ku înfaza kurê wê Talîp Yakişir ê li Alîaga ya Îzmîrê tê ragirtin wê meha Sibatê biqede. Hatîce Yakişir ji bo bidawîbûna binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan bang kir.
‘EZ DIXWAZIM KU ZAROKÊN MIN JI DERÎ BIKEVIN HUNDIR’
Hatîce Yakişir bi vî rengî qala bûyerên bi serê wan ve hate, kir:
“9 zarokên min hene. Di sala 1994’an de hevjînê min bi rengekî kiryar nediyar hate qetilkirin. Gundê me hate şewitandin, piştre em neçar man ku bên Amedê. Cihekî ku em neçûn, êşeke ku me nekişand nema. Me gelekî zor û zehmetî dît. Li gel van zor û zehmetiyan jî min zarokên xwe mezin kir. Bi zekata mirovan min zarokên xwe mezin kir. Îro ti ji zarokên min li gel min nîne. Hinek ji wan di wêneyekî de ne, hinek Jî girtî ne. Ez dixwazim zarokên min li gel min, li vê malê bin. Dixwazim ku ji vî derî bikevin hundir.”
‘HER TIŞT JI BO AŞTIYÊ…’
Hatîce Yakişir diyar kir ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe û ji bo van daxwazên xwe bîne ziman çû Enqereyê, kete ‘Nobeda Aştiyê’. Hatîce Yakişir bi dewamî got, “Weke dayik em ji vir rabûn û ji bo aştiyê çûn Enqereyê. Ji bo girtîgeh bêne valakirin û êdî kes rondikan nebarîne çûm wê derê. Divê Serok azad bibe û êdî kesek jiyana xwe ji dest nede. Ev şer divê bi lez bisekine. Ne gerîla, ne leşker, bila êdî kes nemire. Bila aştî pêk were, mirov bi rengekî azad û aram li mala xwe bijîn. Em ji vir bi hezar kîlometreyî çûn û vegeriyan. Yên li wê derê em dîtin, dîtin ku em ji bo aştiyê hatine piştgirî didan me. Li her devera vî welatî mirovên aştîxwaz hene, bi milyonan mirov hene ku naxwazin êdî rondik bibarin.”
‘DIVÊ AŞTÎ BÊ VÎ WARÎ’
Hatîce Yakişir bal kişand ser êşa ku kişandiye û bi van gotinan daxwaza xwe ya ji bo aştiyê anî ziman:
“Gundê min hate şewitandin, hevjînê min di kuştinên kiryar nediyar de hate qetilkirin, min du kurên xwe ji dest dan, du jî hîn girtî ne. Weke dayikeke ku ev hemû bi serê wê ve hatiye ez dibêjim êdî bes e. Ne tenê ez, bi hezaran dayikên li vê derê heman tiştî dixwazin. Me aştî nedît, bila neviyên me, zarokên me aştiyê bibînin. Ez 76 sal î me, bi vî halê xwe rabûm û çûm Enqereyê. Divê êdî aştî bê vî warî.”

