Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li herêma El Ecemî ya bajarê Heresta ya parêzgeha Gundewarê Şamê goreke komî hat dîtin.
SOHR‘ê der barê mijarê de ragihand ku di dema rakirina bermahiyên avahiyên wêrankirî 6 cenaze hatin dîtin.
SOHR‘ê diyar kir ku cenaze ji aliyê tiba edlî ve tên lêkolînkirin da ku nasnameyên wan werin diyarkirin û malbatên wan werin agahdarkirin.
Li gorî SOHR‘ê ji destpêka îsal (2026) ve 28 gorên komî hatin dîtin. Di goran de 231 cenaze hebûn.

