Di Lûtkeya Kopenhagê ku hikûmet, saziyên navneteweyî, rêxistinên civaka sivîl û saziyên xêrxwaziyê beşdar bû de hat armanckirin ku li dijî zêdebûna dijberiya li hember mafên jinan piştgiriya navneteweyî were xurtkirin. Di lûtkeya ku di rojên 16-17’ê Mijdarê de hat lidarxistin û Şahbanûya Danîmarkayê Mary jî wê beşdar bibe de hat xwestin ku ji bo wekheviya zayendî ya civakî koalîsyoneke navneteweyî ya berfirehtir were avakirin.
Tê payîn ku di çarçoveya lûtkeyê de hikûmet û saziyên beşdar “Banga Çalakiyê ya Kopenhagê ji bo Wekheviya Zayendî ya Civakî û Mafên Jin û Zarokên Keç” îmze bikin. Bang xwe dispêre çar rêgezên sereke yên jin li ser beden û jiyana xwe biryarê bide, perwerdehiya zayendî ya berfireh, gihîştina gerdûnî ya ji bo xizmetên tenduristiya zayendî û zayînê û piştgirîkirina pêkhateyên malbatî yên cuda.
Sekretera Giştî ya Konseya Wezîran a Îskandînavyayê Karen Ellemann diyar kir ku peyama sereke ya lûtkeyê koalîsyonên navneteweyî yên berfireh xwedî berpirsiyariya hevpar û tedbîrên domdar in.

