Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya têkildarî şehîdên Selmasê bi vî rengî ye:
“Em, ewladên leheng ên Rojhilatê Kurdistanê, milîtanên fedaî yên Apoyî hevrêyên xwe Serhilda Selmas, Rodî Gabar, Rojhat Selmas, Cûdî Şikakî, Şêrîf Stêrk, Cîgerxwîn Zagrso, Şînya Cûdî û Welat Ozgur bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin.
Hevrêyên me ku baweriya xwe bi wê yekê anî ku PKK hêviya azadiyê ya gelê Kurd e, bi biryardariyeke mezin tevlî nava têkoşîna me ya azadiyê bû. Bi felsefeya Apoyî xwe xemilandin û cewhera xwe di xeta azadiyê de jinûve afirandin. Hevrêyên me bi sûdwergirtina ji tecrûbeya mezin a artêşa me ya gerîla xwe kirin milîtanên xurt û israr kirin ku li qadên herî zehmet ên têkoşîna me cih bigirin. Bi sekna xwe ya li ser xeta fedaîtiyê ya Apoyî, bi dilxwazî û îradeya xwe ya qewîn bûn mînakên herî bijarte yên kevneşopiya şoreşgerî ya li Kurdistanê.
Hevrêyên me ku li gelek herêmên Kurdistanê li dijî êrişên qirkirinê cihê xwe li eniyên berxwedanê girtin, ji bo parastina hebûna gelê me bê tirs şer kirin. Her cûre fedakarî nîşan dan û pêşengî ji têkoşîna bi rûmet a doza me ya azadî û hebûnê re kirin. Li gel hemû zehmetiyan û nebûna derfetan jî ji sekna fedaî ya Apoyî tawîz nedan û weke kesayetên dîrokî yên mezin bûn bîrdarî. Têkoşîna wan ji bo gelê Kurd ê bindest bû hêvî; bi şehadeta xwe hinceteke têkoşînê ya nû ji gelê me û hevrêyên xwe re hiştin û tevlî karwanê nemiran bûn.
Li ser ve bingehê em ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd re, ji teveahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em ê ala têkoşînê ya ku şehîdên me radestî me kirin bi rengekî hêjayî şehîdan bilind bikin, em soz didin ku armancên wan bi ser bixînin û her tim wan bi bîr bînin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
|
|
Nasnav: Serhildan Selmas |
|
|
Nasnav: Rodî Gabar |
|
|
Nasnav: Rojhat Selmas |
|
|
Nasnav: Cûdî Şikakî |
|
|
Nasnav: Şerîf Stêrk |
|
|
Nasnav: Cîgerxwîn Zagros |
|
|
Nasnav: Şînya Cûdî |
|
|
Nasnav: Welat Ozgur |
Dewam dike…









